* Şêniyên Taxa Hacibektaşli ya Salîhliyê, li dijî JES'a ku SANKO Enerjî dixwaze çêbike nobeta xwe didomînin. Endama Komeleya Hawirdorê ya Salihliyê Yuksel Erden got: "Kon hat rakirin, lê belê gundiyan dev ji berxwedanê berneda, berxwedan didome."
* Serokê Komeleya Akdenîz Ortu Alti Uretîcîlerî Tansel Îzgî, diyar kir ku ji ber barana zêde ji sedî 70'yê serayên li Mêrsînê di bin avê de mane û got: "Tim dibêjin em ê piştgiriyê bidin cotkaran, lê belê tu piştgirî nayê dayîn. Niha gelek erd beyar in. Ji sedî 40'ê cotkaran dev ji vî karî berda."
* Pispora Perwerdehiyê ya Sendîkaya Dev-Turîzmê Saniye Evren, anî ziman ku jin li hemberî krîzê bi mînakên afirîner têdikoşin û got: "Bi qasî me ji hevalên xwe bihîstiye, jin pir zû perwerdehiya tuwaletê dane zarokên xwe. Çimkî nikarin di ber pereyê potikên wan re derkevin. Ji bo mesref zêde çênebin mirov dê û bavên xwe digirin cem xwe."
* Li navçeya Rezanê, du kesên xwe wekî polîsan dabûn naskirin, rêya aktivîsta TJA'yê Leyla Daghanê birîbûn. Dogan, giliyê herdu kesên ku sîxurtî lê ferz kirin û gef lê xwarin kir.
* Li navçeya Heskîfê ya xwedî dîrokeke 12 hezar salî, ji ber Bendava Ilisûyê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin.
* Siyasetmedarê Kurd Faysal Sariyildiz, têkildarî armanca tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan axivî û destnîşan kir ku tecrîd û fîşzm bi berxwedanê tê şikandin û wiha got: “Faşizm ji xwe ber têk naçe. Tenê bi berxwedanê têk diçe."
* Ji bo veguhastin û kontrolkirina qeydên hilbijêran hefteyek ma. Parlementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tirkiyakî, ji bo kontrolkirina qeydên hilbijêran bang li hemû welatiyan kir.
* Li Çinarê bi îdiaya "întihar kiriye" hin kesên nenas Gul Karataşê danîbûn ber deriyê nexweşxaneyê û paşê Karataş jiyana xwe ji dest dabû. Di rapora otopsiyê de hat diyarkirin ku sedema mirinê ji ber "xwedaliqandinê" ye. Lê belê parêzeran lêpirsîn berfirehtir kir û xwest nasnameya kesên Karataşê danîne ber nexweşxaneyê û reviyane bê tespîtkirin.
* Danişîna "Doza Çapemeniya KCK" a 44 jê rojnameger 46 kes têde tên dariznadin dê li 3'yemîn Dadgaha Cezayê Giran a Stenbolê bê dîtin. (09.00)
* Danişîna doza darizandina 26 karkerên Balafirgeha 3'yemîn dê li 32'yemîn Dadgeha Cezayê Eslî ya Kartalê bê dîtin. (09.30)
* HDP, bi armanca piştgirî dayîna çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven, di serî de li Amed dê li gelek bajaran civînên gel li dar bixe. (11.00-17.00)
* Baroya Amedê, ji bo kujer û berpirsên Tahir Elçî bên dîtin dê di hefteya 158’an de çalakiya xwe li ber Edliyeya Amedê berdewam bike. (13.30)