AMED – Komek qelebalix ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê ku Hevseroka KCD’ê Leyla Guven lê girtî ne û çalakiya xwe didomîne meş li dar xist. Polîsan mudaxeleyî meşê kir û parlamenterên HDP’ê jî di nav de hin welatiyan derb kirin. Tevî hemû astengiyan jî girseyê xwegihand ber girtîgehê.
HDP'a Amedê ji bo balê bikêşe ser çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guvenê ku ji bo dawî li tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bê 64 roj in di greva birçîbûnê de ye, li Eywana Konferansê ya Vedat Aydin civîna gel çêkir. Tevî parlementerên HDP'ê Semra Guzel, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz, Mûsa Farisogûllari gelek rêveber û welatî tev civînê bûn. Piştî civînê ber bi Girtîgeha Tîpa E ya Amedê lu Leyla Guven tê de ye ve meşek hat lidarxistin.
PARLEMENTER HATIN DERBKIRIN
Polîsên ku bi mehan e avahiya HDP'a bajêr dorpêç kirine, pêşî bi wesayîta anonsê welatiyên ber bi girtîgehê ve meşiyan hoşyar kir û paşê xwestin meşê asteng bikin. lê belê polîsên nikaribûn meşê asteng bikin parlementer û welatî derb kirin. Di mudaxilekirina polîsan de paarlementer Semra Guzel, Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûllari û gelek jin hatin derb kirin.
LI ERDÊ BI PEHÎNAN LI WAN DAN
Li ser vê parlementerên HDP'ê Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û Mûsa Farisogûlalri li ser Kolana Karacadagê rê ji çûnhatinê re girtin û çalakiya rûniştinê li dar xistin. Li vir jî parlementerên HDP'î ji aliyê polsîan ve hatin derbkirin û ji cihê lê rûnitşin hatin rakirin. Li ser vê şêwirmendên parlementeran û jinên bertek nîşandan jî hatin derbkirin. Her wiha jineke ku bertek nîşanî polîsan da, bi awayekî tund li erdê hat derbkirin û polîsan bi pehînan lê da.
PARLEMENTER CAREKE DIN JÎ HATIN DERBKIRIN
3 kesên ku bertek nîşanî mudaxilekirin û derbkirina parlementeran dan hatin binçavkirin. Parlemnetran bertek nîşanî binçavkirina hersê eksan dan. Lê belê dîsa polîsan ew derb kirin.
XWE GIHANDIN GIRTÎGEHÊ: DAXWAZA GUVENÊ DAXWAZA ME YE
Tevî hemû astengiyan jî parlementer Semra Guzel û bi dehan welatî xwe gihandin ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê. Girseyê li ber girtîgehê dirûşmeyên "Leyla Guven rûmeta me ye" û "Em ê bi berxwedanê bi ser bikevin" berz kirin. Li ber girtîgehê parlemneteran tevî dorpêçkirina polîsan jî daxuyanî dan û gotin: "Li vî welatî ne hiqûq, bêhiqûqî heye. Daxwaza Leyla Guvenê daxwaza me ye. Divê demildest daxwaza wê bê qebûlkirin. Berpirsiyarê encamên greva birçîbûnê îktîdar e."
Hersê kesên hatin binçavkirin birin Emniyeta Amedê.
Her wiha parlementerên HDP'ê yên hatin derbkirin gotin ew ê giliyê polîsan bikin.