STENBOL - Serdozgeriya Komarê ya Bursayê daxwaza hevdîtinê ya parêzerên Rêberê PKK'ê Abudullah Ocalan cara 780'emîn red kir.
Ji parêzerên Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, Newroz Uysal, Mazlum Dînç û Fûat Coşacak, ji bo bi muwekîlê xwe re hevdîtinê pêk bînin cara 780’an serî li Serdozgeriya Komarê ya Bursayê dan. Lê belê dozgeriyê cara 780'emîn daxwaza hevdîtinê bi hêcetên wek her tim red kir.