AMED - Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyanî da û xwest hemû rojnamegerên girtî bi lez serbest berdin.
Înîsiyatîfa Rojnamegerên Azad (ÎRA) bi minasebeta 10'ê Çile Roja Rojnamegerên Dixebitin, daxuyaniyek nivîskî weşand. ÎRA, bal kişande ser rewşa Tirkiyê ku yekrengî li ser civakê tê ferzkirin û got: ''Di vê serdemê de ku hewl tê dayin nûçegihanan jî mîna leşkeran bikin yek reng, ji bilî yekdengiyê dema ku dengek cuda derdikeve, çavnebariyê li vê dikin. Di vê pêvajoyê de ku bi dehan nûçegihan li girtîgehan girtî ne, zehmet e ku mirov behsa nûçegihanên xebatkar bike. Lê dîsa jî çendek 'nûçegihanên xebatkar' ji bo ku raya giştî ji rastiyan agahdar bike, bi hemû kêferata xwe dixebitin.''
ÎRA, herî dawî bang li hikûmetê kir û wiha bi dawî kir: "''Bêyî ku bibêjin şev û roj e, civaka çapemeniyê ku xebata di nav şertên dijwar de ji xwe re kirine prensîb û bê sekn û rawest dixebitin em pîroz dikin. Ji bo vê em 10'ê Çile Roja Nûçegihanên Xebatkar li kedkarên çapemeniyê ku bi fedekariyê dixebitin pîroz dikin. Em bang li hikûmetê dikin ku bi lez hempîşeyên meyên girtî serbest berdin."