MINBIC – Li Minbicê yên li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê di teyaqûzê de ne di serî de Çerkes tên. Çerkesan xwest gelê Tirkiyeyê jiyana bi hev re ya li Minbicê û Rojava bibîne û li dijî dagirkeriyê derkevin. Çerkesan got ew ê destûrê nedin kes vê jiyanê xera bike.
Li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê gefxwarin didomin. Herî zêde li ser Minbicê tê axaftin û plan tên kirin. Gelek netew û bawerî li vî bajarî dijîn û bûye mozaîka netew û çandan. Di demek nêz de li Minbicê li dijî êrîş û gefên Tirkiyeyê seferberî hatibû îlankirin. Ji ber vê yekê jî li derdora bajêr konên nobetê hatine vedan. Ereb, Kurd, Tirkmen, Ermenî, Çeçen û Çerkes di van konan de nobetê digirin.
HER KES SEFERBER BÛYE
Çerkes salên dirêj e li vir dijîn û ew jî li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyeyê ji bo parastina bajarên xwe seferber bûne.
Çerkes di 1864’an de ji aliyê Rûsyayê ve sirgûnî herêmê hatine kirin. Piştî şerê li Sûriyeyê niha nêzî 200 malbatên Çerkes li Minbicê dijîn. Çerkesan li Minbicê Komeleya Çand û Hunerê ya Çerkesya ava kirin e û 50 endamên wê hene.
Çerkes bi pergala hevserokatiyê bajarên xwe birêve dibin. Çerkes di nava rêveberiya Meclîsa Sivîl a Minbicê de jî cih digirin û din ava Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) jî şervanên Çerkes jiyana xwe ji dest dane.
CAREK DIN BI GEFÊN TIRKIYEYÊ RE HEVRÛ NE
Li komeleyê ala Çerkesya û fîgûrên wan daliqandî ne. Çerkes her tim li komeleya xwe kom dibin. Ji bo zimanê xwe fêr bibin perwerdehî dibînin û der barê dîrok û çanda xwe de jî ders dibînin. Li dijî êrîşên muhtemel ên Tirkiyeyê niha li ser bingeha xweparastinê li pêş dixin û yek ji gelên ku pêşengiya pêvajoya nû dikin e.
WAN SIRGÛNÎ ÇOLAN DIKIN
Hevserokê Komeleyê Ebdulezîz Kiray der barê Çerkesên li herêmê agahî da û got malbata wî di 1864’an de ji Çerkesya hatine koçberkirin.
Kiray bi bîr xist ku Rûsyayê bi salan gelê Çerkesya di qirkinê de derbas kirin û pişt re jî Osmaniyan vê zilmê li ser wan dewam kiriye û Çerkesên ji Rûsyayê ji ser axa xwe hatin sirgûnkirin piştre jî ji aliyê Osmaniyan ve sirgûnî çola Sûriyeyê û Ereb hatine kirin.
‘EM Ê DESTÛRÊ NEDIN VÊ JIYANÊ XERA BIKIN’
Kiray anî ziman ku ew li Minbicê bi gelê ereb û kurd re jiyana bi hev re afirandine û got: “Gel li dijî hemû dijwariyan jî jiyana bi hev re esas digirtin. Di rewşek asayî de Çerkes bi civakên din re nadin û nastînin. Lê li vir ne wisa ye. Me têkiliyên xwe xurt kirin. Me jî bi gelên Minbicê re vê jiyanê qebûl kir û ji bo azadiyê em hatin merhaleyek cuda. Niha em bi hev re bajarên xwe birêve dibin. Em tu hêzên dagirker qebûl nakin. Em ê li dijî êrîşan derkevin. Em ê destûrê nedin vê jiyana me ya bi hev re xera bikin.”
Kiray anî ziman ku daxwaza wan sereke ew e hemû gelên Tirkiyeyê vê jiyana bi hev re ya li Minbicê bibîne û got: “Ev ax ya gelên Sûriyeyê ye.”
‘ARMANCA TIRKIYEYÊ XERAKIRINA ARAMIYÊ YE’
Hevseroka Komeleyê Hindî Dagistan jî diyar kir ku Çerkes dê li dijî gefên Tirkiyeyê çonga xwe netewînin û got: “Gelên Sûriyeyê li dijî hemû hewldanên êrîşan bûne xelek. Minbic yek ji bajarên model ê Sûriyeyê ye. Jiyan û pergala li Minbicê peyamê dide her kesî. Armanca Tirkiyeyê ew e ku vê jiyana bi ewle û aram xera bike. Wê gelê Çerkes jî bi gelên din re terka axa xwe neke. Gef û êrîşên Tirkiyeyê tenê tehdîtek li dijî gelê Çerkes nîne, tehdîtek li dijî hemû axa Sûriyeyê ye. Ji ber vê yekê em ê li ber xwe bidin. Divê her kes li dijî vê dagirkeriyê derkeve.”
MA / Nazim Daştan