MÊRDÎN – Sê birayên hev Sînan, Mahsum û Bunyamîn Çalhan ên li girtigehên cuda tên girtin ji bo rakirina tecrîdkirina Ocalan di greva birçîbûnê de ne. Bavê girtiyan Abdulkadîr Çalhan xwest daxwaza zarokên wî bê bihîstin û her kesî vexwend xwedî derketina vê daxwazê.
Ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan, Hevseroka KCD’ê Leyla Guven û 156 girtiyên din di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne. Li gel vê yekê jî çalakiya greva birçîbûnê ya ji bo 10 rojan a dorveger û bêdawî jî li gelek girtîgehan didome.
Sînan (28), Mahsum (25) û Bunyamîn Çalhan (22) ên birayên hev jî li girtîgehên cuda di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ne.
Sînan ê di koma ewil de dest pê kir li Girtîgeha Jimara 1’an Tîfa F ya Kandirayê, Mahsum ê di koma duyem de dest pê kir li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê û Bunyamîn jî yê di koma çaremîn de dest pê kir li Girtîgeha Tîpa E ya Mêrdînê tê ragirtin.
3 BIRAYÊN HEV ÊN MEHKÛMÎ 51 SAL CEZA HATINE KIRIN
Sînan Çalhan ji ber xebatên siyasî di 2010’an de hat girtin û di 2012’an de ji bo şertên başkirina Ocalan, çareseriya pirsgirêka kurd û nasîna mafê zimanê kurdî ku greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger hat destpêkirin de jî cih girtibû. Sînan Çalhan di serê 2014’an de hat berdan û piştî cezayê wî yê 21 salan hat erê kirin di serê 2015’an de hat girtin.
Mahsum Çalhan ê 3 sal in girtî ye jî di 2015’an de li Colemêrgê dema dixwend hat girtin û 18 sal ceza lê hat birîn. Birayê biçûk Bunyamîn jî salek û nîv berê ji ber xebatên siyasî hat girtin û 12 sal ceza lê hat birîn.
‘DIVÊ HER KES XWEDÎ LI VÊ DAXWAZÊ DERKEVE’
Bavê her sê birayên girtî Abdulkadîr Çalhan diyar kir ku her sê zarokên wî jî bi awayek neheqî girtî ne û grevên birçîbûnê yên li girtîgehan jî li dijî vê neheqiyê hat destpêkirin. Çalhan da zanîn ku greva birçîbûnê ji bo tesîskirina aramî û aştiyê pêşniyarek herî baş e û got: “Divê demildest bersivê bidin daxwaza girtiyan. Em wek malbatan jî pişgiriya zarokên xwe dikin. Leyla Guven gavek avêt. Ez li vir Leyla Guven û girtiyan silav dikim. Divê tecrîd demildest bi dawî bibe. Lazim e banga aştî û demokrasiyê bersiv bibîne.”
Çalhan bang li raya giştî jî kir û wiha got: “Ji bo gel deng bide dengê zarokên me divê bikeve tevgerê. Pêwîste gel vî dengî bibîze û xwedî lê derkeve. Wê demê dê bêtirîn dengê daxwaza zarokên me bê bihîstin.”
MA / Ahmet Kanbal