XERPÊT - Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Xerpêtê ji ber bi girtî Mustafa Geylan re kupurua Rojnameya Azadiya Welat hebû 15 roj cezayê hucreyê lê birîn.
Li Girtîgehên Xerpêtê binpêkirina mafên mirovan berdewam dike. Rêveberiya girtîgehê bi awayekî keyfî li girtiyan ceza dibire. Rêveberiya Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Hêjmar 2 a Xerpêtê ji ber bi girtî Mustafa Geylan re kupurua Rojnameya Azadiya Welat hebû 15 roj cezayê hucreyê lê birîn.
Geylan bi riya malbatê agahî da û diyar kir ku ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat a bi KHK'ê hatiye girtin li cem wî hebûn, hin nîşenên der barê dîrok û zanistiyê de girtine û hin wêne li cem wî hebûn, rayedarên girtîgehê cezayê hucreyê lê birîne.
Girtî Ahmet Okkan jî bi sedema hin pirtûk li cem wî hene 5 roj cezayê hucreyê lê birîn. Hat diyar kirin ku pirtûk bi erêgiritina girtîgehê derbasî hundir bûne.