RIHA - Malbata Şenyaşar ku xizmên Wekîlê AKP'ê Îbrahim Halil Yildiz êrîşî ser dikana wan kirin û bav û 2 bira kuştin, ji bo sewqa Fadil Şenyaşar ê li Xerpêtê, serî li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê dan.
Xizmên Parlamenterê AKP'ê Îbrahîm Halîl Yildiz dema xebatên hilbijartina 24'ê Hezîranê dimeşand, di 14'ê hezîranê de li navçeya Pirsûsê bi ser dikana malbata Şenyaşar de girtin û bav Haci Esvet Şenyaşar û kurên wî Adil û Celal Şenyaşar li cihê kar birîndar kirin û li nexweşxaneya dewletê kuştin. Di bûyerê de birayê Yildiz Mehmet Şah Yildiz jî miribû. Têkildarî bûyerê ji malbatna Yildiz tu kes nehat girtin, lê ji malbata Şenyaşar ê ku bav û 2 kur hatin kuştin, bira Fadil Şenyaşar hat girtin û niha li Girtîgeha Xerpêtê ye. Malbata Şenyaşar ji bo sewqa Fatil Şenyaşar serî li Şaxa ÎHD'ê ya Rihayê dan. Ferît Şenyaşar serî li ÎHD'ê da û xwest birayê wî Fadil Şenyaşar ê li Xerpêtê sewqî Girtîgeha Amed ango Dîlokê bikin. Ferît Şenyaşar wiha got: "Di 14'ê Hezîrana 2018'an de em li Pirsûsê rastî êrîşek mezin hatin. Em li cihê karê xwe tev birîndar bûn. Dema em rakirin nexweşxaneyê, bi çekan êrîşî me kirin. Li nexweşxaneyê bavê min û 2 birayê min bi hovane kuştin. Têkildarî bûyerê birayê min Fadil hat girtin û niha li Girtîgeha Xerpêtê ye. Rewşa birayê min xerab e. Li yek hucreyê tê girtin. Niha tenduristiya wî xera bûye. Em nikarin biçin ziyareta wî. Ji ber vê yekê em dixwazin birayê min sewqî Girtîgeha Amed ango Dîlokê bikin."