Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî

img

AMED – Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku rexneyên gelê kurd kir ku ew îtîfaqê çêkin û got: “Heke partiyên kurd di vê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be.”

7 partiyên Kurd di bin sîwana Partiya Demokartîk a Gelan (HDP) de îtîfaqa hilbijartina herêmî ava kirin. Vê îtîfaqa partiyên kurd di nava gelê kurd û raya giştî ya Tirkiyeyê de deng veda. Her çiqas çend partiyên kurd ên din di nava îtîfaqê de cih negirin jî lê hemû partiyên di îtîfaqê de cih digirin dixwazin ku partiyên din jî tevlî wêneyê wan ê îtîfaqê bibin. Partiyan got ew ê xebatê li gel partiyên nehatine beşdarî wan nebûne û ji bo beşdarî wan bibin dê dewam bikin. 
 
Serokê Giştî yê Partiya Komunist a Kurdistan (KKP) Sînan Çîftyurek der barê îtîfaqa pêk anîne de ji ajansa me re axivî. 
 
‘REXNEYÊN GELÊ KURD ÎTÎFAQÊ PÊK ANÎ’ 
 
Çîftyurek diyar kir ku şertên dîrokî yên herêmê, Herêma Federe ya Kurdistanê û geşedanên li Sûriyeyê hin bêtirîn ji bo îtîfaqa siyaseta Kurd fişariyê dike û got: “Bi vê re girêdayî fişara ku gelê kurd pêk anî di 7’ê Çile de li Amedê wêneyê îtîfaqê hat kişandin. Rexneyên gelê kurd di serî de ji bo HDP’ê û tevahiya partiyên kurd hebûn. Van rexneyan me anî qonaxa îtîfaqê.” 
 
‘ÎTÎFAQA ZIMAN PARÇEYEK PÊVAJOYÊ YE’ 
 
Çîftyurek bal kişand ser avakirina Platforma Zimanê Kurdî ya 9 partiyên Kurd û got: “Li ser bingeha zimanê kurdî jî îtîfaq pêk hat. Ev îtîfaqa pêvajoya ziman jî parçeyek vê pêvajoyê ye.” 
 
‘ME DI NAVA DU XETÊN CUDA DE DÎWAR KÛN KIR’ 
 
Çîftyurek da zanîn ku gelek caran hewldanên îtîfaqa partiyên kurd negihîştiye encamê û got: “Di 7’ê çile de li bakurê Kurdistanê gavek dîrokî hat avêtin. Her çiqas me dîwaran hilneweşand be jî lê me di dîwar de kunên girîng vekir. Li bakurê Kurdistanê li ser du xetan, bi du nêrînên cud, di navbera du xetên cuda de dîwar hatiye lêkirin. Me wek partiyên siyasî jî ji bo di vî dîwarî de kunên erênî vebikin, me gavên girîng avêt. Wê ev gav li ser Başûrê Kurdistan û Rojava bandorên girîng bike.” 
 
‘DI DILÊ HER KESÎ DE ÎTÎFAQA NETEWEYÎ HEYE’ 
 
Çîftyurek destnîşan kir ku îtîfaqa ava kirine dê tenê bi hilbijartina herêmî re bi sînor nemîne û wiha dewam kir: “Dê ev îtîfaq pişt re armanc bike ku deriyê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd vebike. Di 7’ê çile de wêneyê hat kişandin wek yê hilbijartina herêmî xuya dike. Ev gavek biçûk bû. Li her devera cîhanê gavên biçûk ji bo gavên mezin mizgîniya xêrê ye. Lê nêrîna hemû partiyan ew e ku ev îtîfaq bi hilbijartinê re bi sînor nemîne Heke partiyên kurd div ê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be. Dilê her kesî li Bakurê Kurdistanê îtîfaqek mayînde dixwaze. Li şûna gotinên mezin ku me paş ve bixin, divê em bi karên biçûk dest pê bikin û ber bi gavên mezin me em herin. Ev îtîfaq dê deriyên mezin ji me re vebike.” 
 
‘LI DIJÎ ÊRÎŞAN EM Ê BI HEV RE SÎNGA XWE BIKIN MERTAL’ 
 
Çîftyurek anî ziman ku partiyên di îtîfaqê de cih digirin ji bo destkeftiyên gelê kurd ên netewî bi dest bixin hatine ba hev û got: “Heke sibê li dijî destkeftiyên gelê kurd bi qeyûman ango bi şiklek din êrîş kirin em ê li ser zemînek sivîl a demokratîk hemû bi hev re dikaribin sînga xwe bidin ber. Di deklarasyona me ya siyasî de jî ev heye. Ji bo xurtbûna siyaseta demokartîk a sivîl em ê di pêvajoya pêşiya xwe de di hilbijartina herêmî de piştevaniyê bidin.” 
 
‘KU BO PARASTINA DESTKEFTIYÊN NETEWÎ EM HATIN BA HEV’ 
 
Çîftyurek diyar kir ku ji bo pêkhatina Yekîtiya Neteweyî ya Kurd dê îtîfaqa van partiyan bandorek erênî bike û wiha got: “Me hemûyan bi hişmendiya yekîtiya neteweyî ked da. Em heta dawiyê vê hewldanê birêve bibin. Wê li dijî me êrîşan pêk bînin. Îtîfaqa Cumhur li dijî destkeftî û yekîtiya kurdan hatiye avakirin. Lê dema em gelê kurd ji bo destkeftiyên xwe biparêzin tên gel hev ji me re dibêjin ‘dabeşkar.’ Ji bo kurd dayika xwe bibînin em tên gel hev. Em ji bo vê gavê hewldanan bikin.” 
 
‘EM DAXWAZA LEYLA GUVEN DESTEK DIKIN’ 
 
Çîfyurek bal kişand ser çalakiya Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 64 roj in di greva birçîbûnê de ye û got: “Em wek KKP’ê daxwazên Leyla Guven mafdar dibînin û destek didinê. Greva birçîbûnê îşkenceya herî giran e ji bo mirovekî. Leyla Guven daxwazek demokratîk û însanî ye. Dibêje bila tecrîdkirina Ocalan bi dawî bibe. Hevdîtina malbatê û parêzeran a li gel Ocalan daxwazek însanî ye.” 
 
MA / Ozgur Paksoy - Mehmet Şah Oruç
 

Sernavên din

12/01/2019
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin