AMED – Rojnamevanên li Amedê diyar kirin ku wexta qedexeyên derketina derve dest pê kirin zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde bûne û gotin: "Wexta em li kuçeyan nûçeyan dişopînin em mecbûr dimînin wênekêş, kamera û lênûskên xwe veşêrin. Qad li nûçegihanan hatiye tengkirin."
Rojnamevanên li Amedê, bi boneya 10'ê Çile Roja Rojnamevanên Dixebitin behsa şert û mercên rojnamevaniyê kirin. Nûçegihana Jinnewsê Şehrîban Aslan, diyar kir ku rojnamevanî bi xetereyan re rû bi rû ye û rojnamevanî her tim îktîdaran nerihet dike. Aslan, anî ziman ku ew di rojên zor û zehmet re derbas dibin û rojnamevanên pêkanînên nelirê û bêhiqûqî aşkere dikin bi xayîntiyê tên tawanbarkirin. Aslan, destnîşan kir ku polîs, dozger, dadger û gardiyan dikevin navbera rojnamevan û xwîneran û got: "Em bi gefa ku dê me bişînin cem hevalên me yên li girtîgehan re rû bi rû ne. Em di nêvengeke wisa de dixebitin."
'EM MAKÎNEYÊN XWE VEDIŞÊRIN'
Nûçegihanê Rojnameya Evrenselê firat Topal, anî ziman ku îktîdar fealiyetên rojnamevaniyê wekî sûc kod dike û got: "Ez li herêmê dixebitim. Bi taybetî jî piştî qedexeya derketina derve zext û zoriyên li ser çapemeniyê zêde bûn. Êdî îktidar teamulî rastiyan nake. Li vir mesele ragihandina rastiyê ya ji bo gel e. Ev şik û gumana îktîdarê karê rojnamevanên li qadê ne giran kir. Li noqteyeke kontrolê an jî li kontroleke rûtîn a GBT'yê wexta tu dibêjî ez rojnamevan im, rasterast bi sifetê gumanbariyê nêzî te dibin û maumeleya sûcdariyê bi te dikin. Çimkî îktîdarê rojnamevanî wis akod kiriye. Loma bi taybetî wexta em li kuçeyê nûçeyan dişopînin em ji mecbûrî wênekêş, kamera û lênûskên xwe vedişêrin. Helbet ev yek niakre me ji kuçeyan bike. Lê belê bi awayekî cidî sîrayetî civakê dike. Êdî mirovnewêrin baixivin. An nahêlin wêneyên wan bên girtin an jî nahêlin navê wan bê nivîsandin."
Nûnerê Gazete Dûvar ê Amedê Vecdî Erbay jî, bilêv kir ku li Tirkiyeyê rojnamevan tu carî di şert û mercên rihet de nikarin bixebitin, lew rojnamevan ji hêlekê ve bi çewisandinên îktîdarên siyasî ji hêlekê ve jî bi çewisandinên patronên rojnameyan re rû bi rû dimînin. Erbay, destnîşan kir ku talûkeya din jî ew e ku ji ber nûçeyan lêpirsîn û doz tên vekirin. Erbay got: "Piştî hewldana darbeyê gelek rojanme, televîzyon, kovar, weşanxane hatin girtin. Hin sazî firotin kesên nêzî hikûmetê. Rojname û televîzyonên din jî bi endîşeya ku wê bên girtin weşana xwe dikin. Lê ev jî weşan be. Bi sedan rojnamevan betal man, ên niha dixebitin jî di bin xetereya ku dê rojekê saziya wan bê girtin an bê firotin û wê betal bimînin de dixebitin."
Erbay, destnîşan kir ku di van şertan de ji dêvla pîrozkirina roja rojnamevan, pêdivî bi têkoşîna ji bo başkirina van şert û mercan heye.
'ŞERT Û MERC GIRAN BÛN'
Rojanmevan Hatîce Kamer jî destnîşan kir ku her diçe şert û emrcên rojnamevaniyê girantir dibin û got: "Zêdetirî 10 sal in nûçegihaniyê dikim, lê ev çend sal in şert û emrcên rojnamevaniyê girantir bûne. Li herêmî piştî qedexeyên derketina derve rojên zor û zehmet dest pê kirin. Lê piştî darbeyê êdî ev rewş bi temamî wisa bû."
‘QAD LI NÛÇEGIHANAN HATIYE TENGKIRIN'
Kamer, anî ziman hêza nûçegihan ji qadê, ji nûçeyên rast tê û got: "Qad li nûçegihanan hatiye tengkirin. Çimkî tu carî hevpeyvîn ev qasî zehmet nebibûn. Êdî mirov bi zorê diaxivin. Çend roj berê der barê zimanê zikmakî de ji bo hevpeyvînekê çûm weşanxaneyekê. Sê ciwan hebûn. Yek ji wan ji ber parvekirinên li ser medyaya civakî doz lê hatiye vekirin. Dev ji hevpeyvînê berdin, ji amûra qeyda deng û kamerayê pir nerihet bû. Ji bo bawer bike girtî ne min bataryaya wan derxist. Dev ji welatiyan berdin, êdî rojnamevan jî ji ber parvekirinên xwe tên darizandin. Hema bêje tu rojnamevan nemaye ku îfade nedaye an doz lê nehatiye vekirin. Roja rrojnamevanên dixebitin e, lê tu keyf û derfetên xebatê nemane ku rojnamevanî bê kirin."