* Serokê Giştî yê KKP’ê Sînan Çîftyurek anî ziman ku îtîfaqa partiyên kurd a hilbijartinê di encama rexneyên gelê kurd de pêk hatiye û got: “Heke partiyên kurd div ê hilbijartinê de azmûna xwe serkeftî derbas bike, dê Yekîtiya Neteweyî ya Kurd jî nêz be.”
* Colemêrgiyan ji bo îtifaqa partiyên kurd got: "Em hêvîdar in ev gav rê li ber kongreya yekîtiya netewî vebike."
* Rojnamevanên jin bilêv kirin ku li Tirkiyeyê fealiyetên rojnamevaniyê wekî sûc tên hesibandin û gotin: "Li Tirkiyeyê rojnamevanî veguherandine tetikêşî, tekparêzî û bîadê. Ev rewş li dijî etîka rojnamevaniyê ye. Ji ber vê li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin."
* Parlamenterê HDP'ê yê Ameadê Selçûk Mizrakli, bal kişand ser rewşa tenduristiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven ku 64 rojin li dijî tecrîdkirina Ocalan di grevê de ye, diyar kir ku rewşa tenduristiya wê xera dibe û êdî tenduristiya wê li elermê dide.
* Alîgirê Fermandarê Giştî yê Cendirmeyan Korgeneral Mûsa Çîtîl, bi hinceta nûçeyên bi ser navê "Kuşatmanin adi 'Bayrak 12', başindakî îsîm Mûsa Çîtîl" der barê wî de li ser medyaya civakî parve kirine û bi van nûçeyan ew kirine hedef giliyê 7 rojnamevanan kiribû. Çîtîl wekî "delîla pêvekî" nûçeyên der barê dozê de hatin çêkirin ji dadgehê re şand.
* Rojnamevanan destnîşan kir ku tevî hemû zext û zoriyan jî ew ê tim rastiyan binivîsînin û ew ê nehêlin pênûsa Metîn Goktepe, Hrant Dînk û Apê Mûsa bikeve erdê.
* Îsmet Goktaş, bavê Mûstafa Goktaş ku di Girtîgeha Tîpa T a Jimare 2'yan de di greva birçîbûnê de ye, got: "Girtiyan ji bo ên li derve nîşan dan ku wê rêveçûyîn çawa bê guherandin. A dikeve ser milê jî ew e em guh bidin dengê wan."
* Rojnamevanên li Amedê diyar kirin ku wexta qedexeyên derketina derve dest pê kirin zext û zoriyên li ser rojnamevanan zêde bûne û gotin: "Wexta em li kuçeyan nûçeyan dişopînin em mecbûr dimînin wênekêş, kamera û lênûskên xwe veşêrin. Qad li nûçegihanan hatiye tengkirin."
* Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Bunyan a Kayseriyê, di bin navê cezayê dîsîplînê de hevdîtin li girtiyên di greva birçîbûnê de ne qedexe kirine.
* HDP û KCD'ê, dê têkildarî mîtînga 19'ê çile ku bi armanca balê bikişînin ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven û girtiyên siyasî ya bi hişyariya "Azadî û edalet" pêk bînin, dê îro li avahiya HDP'ê ya Amedê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (10.00)
* Di roja Rojnamegerên Dixebitin de Danişîna doza rojnameger Perihan Magden, Tunca Ogreten, Orhan Şahîn û Mehmet Çaglar dê li 2'emin Dadgeha Asliye Ceza bê dîtin. (10.00)
* M. D. ya rastî îstîsmara zayendî hatiye dê li avahiya ÎHD'ê ya Stenbolê civîna çapemeniyê pêk Bîne. (12.00)
* Platforma Piştevaniya Karkerên Balafirgeha 3'emîn bi armanca piştevaniya karkeran li Kadikoyê hatin binçavkirin û sibê li 32'emîn Dadgeha Asliye Ceza ya Anadolu bên darizandin, dê li şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* 2'emîn danişîna doza Rojnameger Kibriye Evren dê li Dadgeha Amedê bê dîtin.