AMED/ STENBOL - Li Amed û Stenbolê, bi boneya salvegera qetilkirina sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyal Şaylemez çalakiyên bîranînê hatin li dar xistin.
Meclîsa Jinan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Amedê û Tevgera Jinên Azad (TJA), bi boneya 6’emîn salvegera Komkujiya Parîsê ya di 9’ê Çile de pêk hat û 3’yemîn salvegera sê siyasetmedarên jinên Kurd ên di 5’ê Çile de li Sîlopî hatin qetilkirin, çalakiyek bîranînê li dar xist. Bîranên li avahiya HDP’ê ya Bajêr pêk hat. Parlementerê HDP’ê yên Amedê Remziye Tosûn, Salîha Aydenîz û endamên Meclîsa Dayikên Aştiyê beşdarî bîranê bûn. Li salona bîranên wêneyên 6 siyasetmedarên jinên Kurd hatin daliqandin û jinan li ser maseyê find pêxistin û qûrnefîl danîn ser masê.
‘TECRÎD GIRAN KIRIN’
Parlementera HDP’ê Salîha Aydenîz di bîranînê de axivî û wiha got: “Têkoşîna jinên Kurd her tim di hedefa dewletê deye. Em komkujiyênn li ser jinan şermezar dikin. Dewlet her tim destpêkê jinan dike hedef. Bi jinan dixwaze civakê tune bike. Komkujiya Parîsê dema komployê bû. Ev sê salin tecrîdek girankirî li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan heye. Leyla Guven ji bo rakirina tecrîdê ev 63 rojin di greva birçîbûnê deye. Em berxwedana girtiyan ji vê derê silava dikin.”
Piştî axaftina Aydenîz Koroya Jinan a Navenda Çanda Mezopotamya (NÇM) derket ser dike û dûre bi berzkirina dirûşmeyên "Jin, jiyan, azadî", "Bijî Serok Apo" û "Şehîd namirin" bîranîn bi dawî bû.
STENBOL
Tevgera Jinên Azad (TJA) jî, li avahiya Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Ataşehîr a Stenbolê siyasetmedarên jinên Kurd bi bîr anî.
Aktîvîsta TJA Besra Îşsever di biranînê de axivî û bal kişand ser komkujiya Parîs û ya Silopiyê.
Îşsever, diyar kir ku Komkujiya Parîsê di esasaê xwe de jenosîda li ser jinane û wiha got “Wan bi têkoşîna xwe ya azadiyê mîrasek mezin ji me re hiştin. Her ku em têbikoşin, li ber xwe bidin û li ser piyan bimînin, emê ewqas karibin li dijî komkujiyên jinan û gelê Kurd derbikevin. Li ser vê esasî em ê di 5 û 9’ê Çile de li dijî komkujiyên li ser jinên kurd têkoşîna xwe bilind bikin.”
Piştî axaftina di bîranînê de hat kirin, sînevîzyon hat pêşandan.