MÊRDÎN - Sê jinên Kurd Sakîne Cansiz, Leyla Şaylemez û Fîdan Dogan ên li Parîsê hatin qetilkirin, li navçeya Qoser a Mêrdînê hatin bibîr anîn.
Li navçeya Qosar a Mêrdînê jî, rêxistinên HDP, DBP’ê û Aktîvîstên TJA, sê jinên kurd Sakîne Cansiz, Fîdan Dogan û Leyla Şaylemez ên li Parîsê hatin qetilkirin û sê siyasetmedarên jinên Kurd Sêvê Demîr, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ên di qedexeya derketina kolanan a Sîlopî hatin kuştin bi bîr anîn. Biranîn li avahiya HDP’ê ya navçeyê hat lidarxistin û sinevîzyona derbarê jinên Kurd de hatibû amadekirin, hat pêşandan. Endama Meclîsa Jinên HDP’ê Ceylan Eser di bîranînê de axivî û wiha got: “Bi zanebûn sê jinên Kurd li Parîsê hatin kuştin. Em tu carî van hevalên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nekin. Emê tim xwedî bîranîn û têkoşîna wan derkevin.”
'RIHÊ BERXWEDANÊ EM JI WAN DIGIRIN'
Parlementera HDP’ê ya Mêrdînê Ebrû Gunay jî axivî û wiha bilêv kir: “Sakîne Cansiz yek ji jinên ji bo têkoşîna azadiya jinan gav avêtibûn. Berxwedana xwe ya di girtîgeha Amedê de, gav bi gav li tax, kolan û qadan belav kir. Bi berxwedana xwe polîtîkayên îşkenceyê yên li zindana Amedê vale derxistin. Em rihê xwe yê têkoşîn û berxwedanê ji wan digirin. Jinên li Parîs û Sîlopî hatin qetilkirin, aliyên wan ên hevpar hebûn. Va ye îro jî Leyla Guven vê berxwedana wan didomîne. Em bang dikin ku hemû kes xwedî çalakiya Guven derbikevin.”
Piştî axaftinan, biranîn bi dawî bû.