AMED - Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê Meral Daniş Beştaş, bi armanca Komîsyona Mafên Mirovan a Melîsê, bi lez heyetekê ava bikin û rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 63 rojin li dijî tecrîdê ketiye grevê lêkolîn bikin, xwest bi lez komîsyon Guven ziyaret bike û daxwazên Guven pêk bînin.
Parlamentera HDP'ê ya Sêrtê û Endama Katîpa Komîsyona Lêkolîna Mafên Mirovan a Meclîsa Tirkiye Meral Daniş Beştaş, bi armanca Komîsyona Mafên Mirovan a Melîsê, bi lez heyetekê ava bikin û rewşa Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a 63 rojin li dijî tecrîdê ketiye grevê lêkolîn bikin, xwest bi lez daxwazên Guven pêk bînin. Daniş Beştaş, anî ziman ku Parlamentera Serdema 27'emîn a Colemêrgê Leyla Guven di 31'ê Çileya 2018'an de hat girtin û niha li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê girtî ye. Beştaş, anî ziman ku Leyla Guven di danişîna 7'ê mijdara 2018’an a 9'emîn Dadgeha Cezayên Giran a Amedê de diyar kir ku li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest bi çalakiya greva birçîbûnê dike û 63 rojin di greva birçîbûnê ya bêdem û bêdorveger de ye. Beştaş, bal kişand ser tenduristiya Guven û wiha got: "13 kg zeîf bûye. Ji ber grevê serê wê geş dibe û hevsengiya tansiyonan xera bûye. Mahdê wê dixele. Deng û ronahî bandora neyînî li ser wê dikin. Her ku diçe rewşa tenduristiya wê xera dibe. Daxwazên Leyla Guven ên ji bo tecrîdkirina Birêz Ocalan bi dawî bibin çalakiyek ji bo aştî û demokrasiyê ye. Çalakiyek rewa û aştiyane ye. Daxwaza Leyla Guven ku dixwaze bigîne cemaweriyê, daxwaza milyonan kesan e. Dixwaze demek berî demekê tecrîdkirina Birez Abdullah Ocalan bi dawî bibe. Birêz Abdullah Ocalan ji 27'ê Tirmeha 2011'an ve nikare bi parêzerên xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsanê ve nikare bi heyetê re hevdîtin bike. Herî dawî di 11'ê Îlona 2016'an de bi birayê xwe re hevdîtin kir. Piştre li gel Abdullah Ocalan, li 3 girtiyên din jî mafê telgraf, faks û telefonê tev hatin qedexekirin û niha bi tu awayî agahî ji wan nayê girtin. Piştî Leyla Guven li 36 girtîgehan 28 jin bi giştî 163 girtî li dijî tecrîdê di grevê de ne. Çalakiya Leyla di roja 63'emîn de berdewam dike û ev rojek krîtîk e.
Ji ber vê yekê êdi ziyareta Komîsyonê teqez acîl ferz bûye. Divê teqez komîsyon ziyaret bike û cemaweriye agahdar bike. Divê teqez komîsyon biçin Guven ziyaret bikin û me jî dawetî vê ziyaretê bikin."
Beştaş, xwest ji bo bûyerek neyînî pêk neyê bi lez tecrîdkirina Ocalan rakin û daxwazên Leyla pêk bînin.