Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn

img
AMED - Komisyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), bi minasebeta 6'emîn salvegera 3 jinên kurd ên siyasetmedar daxuyanî da û diyar kir ku ew soz didin ku doz û têkoşîna wan bibîr bînin. 
 
Komîsyona Jinan a Kongreya Civaka Demokratîk (KCD), der barê 6'emîn salvegera kuştina 3 jinên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ên di 9'ê Çileya 2013'an de li Parîsa Firansayê hatin qetilkirin daxuyaniyek nivîskî weşand. KCD'ê di daxuyaniyê de diyar kir ku rejîma faşîst a 12'ê Îlonê êrîşên li ser sazî û kesên çepgir, sosyalîst, rewşenbîr û demokrat dabû destpêkirin li zindanan bi awayekî hovane meşand û wiha got: "Sakîne Cansiz yek ji avakara têkoşîna jinên kurd e, bi sekna xwe ya şoreşgerî li hemberî hovîtiya Zindana Amedê li ber xwe da, di 9'ê çileya 2013'an de bi Fîdan Dogan û Leyla Şaylamez re li Parîsê hatin qetilkirin. Em her sê têkoşerên jin di salvegera şehadeta wan de bi rêzdarî bi bîr tînin. Ev suîqesta ku di pêvajoya muzakereya bi dewlet û hikûmeta tirk re pêk hat de, nêzîkatiya dewlet û dewletan a li hemberi têkoşîna mafdarî ya gelê kurd raxist ber çavan." 
 
'KUJER DIYAR IN'
 
KCD'ê, xwest bê zanîn ku her suîqest, yanî cînayetên pêk hatine kujerên wan diyar in û wiha berdewam kir: "Ew jî dewlet bi xwe ne. Dîsa divê were zanîn ku tu kujerên suîqest-cînayetên siyasî nehatine dîtin. Kuştina ev tetîkêş ji parastina dewletên "desteser" pêvtir nayê tu wateyeke din. Pergala cîhanê ku di vê konjonktora siyasî de di nava qeyranekê de ye, di navbera saziyên hegemonîk ên dewletparêz li ser neteweyane û netewe-dewlet ên statukoparêz de şerê desthilatdariyê heye. Di ev şerê parvekirinê de wekî her car di serî jin,  zarok, gel û civak berdêla giran dide. Ji ber vê yekê ev qeyran-gengeşiya heyî ne nû ye. Ev pergala dewletparêzî ya baviksalarî ya 5 hezar sal in li ser bingeha desteserkirina civakbûna bi destê jinê ya li ser hevkarî, dad, azadî û parvekirinê hatiye avabûye. Ev pergal hem sedema "çanda tecawizê" û hem jî encama vê yekê ye." 
 
'SEDSALA 21'AN DÊ BIBE SEDSALA JINAN' 
 
KCD'ê, destnişan kir ku şerê 3'yemîn a parvekirina cîhanê di cewhera xwe de li Kurdistan û Rojhilata Navîn pêşketiye û wiha lê zêde kir: "Di heman demê de tê wateya têkçûna ev pergala modernîteya kapîtalist a 5 hezar sale li ser desthilatdarî-dewletbûnê, zayendîparêzî û nîjadperestiyê avabûye. Israra civakbûnê ya gelên Kurdistan û Rojhilata Navîn a li hemberî modernîteya kapîtalist, rola sereke ya jinên kurd a di civakbûn û bi parastina nirxên çandî re pêşxistina têkoşîna çandî û rêxistinkirina civaka exlaqî-polîtîk radixe ber çavan. Pêşketinên di têkoşîna dad, wekhevî û azadiya jinan de derketiye holê de tê dîtin ku sedsala 21'emîn wê bibe sedsala jinan. Her wiha wê bibe serkeftina hemû gelên cîhanê yên li derveyî dewletê mane. Mirov dikare bi hêsanî bibêje ku Sakîne Cansiz (Sara) yek ji pêşenga têkoşîna azadiya kurd a ku jiyana xwe ya şoreşgerî gngeşiya hezar salan a nasnameya jinan û neteweyan derxistiye holê, li hemberî pergala desthilatdar a zilam têkoşiyaye. Ji ber vê yekê bi 2 rêhevalên xwe re li Parîsa ku yek ji navenda hegemonyaya kapîtalîzmê ye hatin qetilkirin.
 
TEKOŞÎNÊ WAN DÊ BIDOME 
 
KCD'ê herî dawî destnîşan kir ku di serê sedsala 21'yemîn  de, di meha çileyê de 2 şoreşgerên pêşengên jinan li Ewropayê hatin qetilkirin û wiha bi dawî kir: "Roza Luksemburg û Sakîne Canasiz! Bi van komkujiyan derket holê ku; pirsgirêka jinan û têkoşîna wan a dîrokî di aliyê civakî de pirsgirêka cîhanê ye û têkoşîneke bêwestan, rêxistînî re; divê têkoşîna li hemberî hêzên hegemonîk, netewe-dewletparêz, monist û baviksalarî bênavber bidome. Ji Rozayan heta Sarayan; wextê ku mirov her du suîqest-komkujî di aliyê dem-cîh û tevgavbûna modernîteyê tîne ber hev, wê were dîtin ku ji bo pêşketina enternasyonaliya jinên cîhanê û  gîhandina hemû jinan a tu sînoran nas nakin di demeke kurt divê de pêk were. Li ser vê bingehê bi hêviya ku jinên kurd di serî de yekîtiya xwe ya neteweyî avabikin û rola ku hemû jinan bigihînin hev bilîzin. Di şexsê Sakîne Cansiz de hemû jinên di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane careke din bi rêzdarî bi bîr tînin û soza domandina têkoşîna wan didin." 
 
 

Sernavên din

12/01/2019
10:52 Wezîrê Parastinê û Serokê MÎT'ê li ser sînor civîna ewlehiyê pêk anîn
10:44 MED-DER û Laleş sersalê pîroz dikin
10:13 500 esnafên Amedî dê kepenkan daxe
10:00 Ciwanên hatin binçavkirin hatin berdan
09:16 Aborînas Muftuoglu: Hikûmet dê krêdiya piştgiriya KOBÎ ji bêrîka gel derxin
09:15 Ji ber deynên qeyûm êdî sotemenî jî qediya!
09:15 Onûr Hamzaoglû: HDK rêxistina pêşerojê ye
09:14 Di dema sewqkirinê de hat îşkencekirin û wî xistin hucreyê
09:13 Weşanaxaneya Ava: Divê em xwedî li çand û zimanê xwe derkevin
09:12 Ji ber gotinên Panahî parve kir, fezleke hat amadekirin!
09:12 ÎSÎG: Herî kêm hezar û 923 karker mirin
09:11 Ekolojîst Barka: AKP rêbaza 'ger nikaribî diyardeyan biguherînî, hişmendiyê biguherîne' tev digere
09:00 ROJEVA 12'Ê ÇILEYA 2019'AN
11/01/2019
17:47 Wezaretê daxwaza DTO'yê ya ji bo muayeneya Leyla Guven red kir
17:38 Çalakiya li Strasborûg di roja 26’an de didome
16:25 Li gelek navendan civînên gel: Bêyî ku mirin çê bibin divê tecrîd bê rakirin
15:41 Zêdetirî 100 rewşenbîran banga ‘tecrîdê bi dawî bikin’ kirin
15:12 'Tirkiye ji bo rojnamegeran welatek talûke ye’
15:09 Weqfa Jinan Leyla Guven hêjayî 'Xelata Rûmetê' dît
14:55 Platforma Ked û Demokrasiyê ya Amedê: Daxwazên girtiyan pêk bînin
14:55 Lîstîkvan Çakir îfade da
14:19 Yildirim ê ji sedî 98 astengdar girtin
13:51 Ji ber nûçeyên weşandin doz li rojnameger Demîr vekirin
13:50 KESK'ê helwesta hilbijartinê diyar kir: Rêveberiya herêmî ya demokratîk, azad û ekolojîk
12:58 PYD'ê kongreya xwe ya Qenaye ya Kobanê pêk anî
12:57 Leyla Guven: Dengê wan gehişt min
12:30 Derbarê 16 xwendekaran de lêpirsîna dîsîplînê hat vekirin
12:05 Cenazeyê 38 jinan di gora komî de hat dîtin
11:32 'Doza Çapemeniyê ya KCK’ê’ hat taloqkirin
11:16 Endamê Meclîsa HDP'ê Îzzet Karadag hat girtin
11:02 Li Midûriyeta Polîsan a Enqere serdemanû: We çima salona dahwetê kirê kir?
10:32 Lîstika xwe ji bo Leyla Guven pêşkêş kirin
10:21 Sariyildiz: Faşizm bi berxwedanê têk diçe
10:16 Tişta ku MÎT’ê qebûl kir Meclîsê ‘qebe û nexweş’ dît
09:21 Rapora otopsiyê ya Gul Karataş derket
09:20 Ji bo guherandina qeydên hilbijêran hefteyek maye
09:19 Li Heskîfê dîwarên kelehê bi betonê tên girtin
09:18 Polîsan rêya aktivîsta TJA'yê birî û sîxurtî lê ferz kirin
09:18 ‘Jin bi mînakên afirîner li hember krîzê têdikoşin'
09:17 ‘Ji sedî 40'ê seravanan dev ji kar berda'
09:08 Nobeta li dijî JES'an didome: Kon hatin rakirin, lê berxwedana gundiyan didome
09:00 ROJEVA 11'Ê ÇILEYA 2019'AN
08:48 Serokê çeteyan polîs derket
10/01/2019
20:25 Parêzera Leyla Guven: Rewşa tenduristiya Guvenê di asteke pir krîtîk de ye
17:05 ÎHD: Roja rojnamegerên bîat nakin pîroz be
16:51 14 hezar TL cezayê pere li rojnameger Ogreten û Magden hat birîn
16:07 Tevî hemû astengiyan jî çûn ber Girtîgeha Tîpa E ya Amedê
15:58 Bîlgen: Ger ku Binalî Yildirim qezenç bike jî dibe ku YSK mazbatayê nede
15:45 HDP’ê rewşa rojnamegerên girtî bir Meclîsê
15:22 Başaran: Rewşa jiyana Guvenê di xeteriyê deye
14:55 Çalakiyên greva birçîbûnê belav dibin: 226 girtî di çalakiya bêdawî û nedorveger de ne
14:49 Polîsan mudaxileyê karkerên mûçeyên xwe xwestin kirin: 4 binçavkirin
14:28 Taşdemîr: Dem dema em bibin dengê Leyla Guven
13:43 Daxwaza hevdîtina bi Ocalan re cara 780'emîn hat redkirin
13:17 ÎRA: Zû hempîşeyên me berdin
13:00 Denîz Kaya: Em Piştgiriyê Bidin Berxwedana Zindanan
12:59 Rojnameger Evren nehat berdan
12:13 Nûçeya rojnamegera girtî ya grevê desteser kirin
12:01 Gelê Minbice li dijî êrîşa muhtemel a Tirkiyeyê hişyar e
11:46 Girtî piştî greva 10 rojan ji xwarinê jahrînî bûn
10:48 3 birayên hev li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ne
10:44 Qada navneteweyî piştgirî dan Leyla Guven
10:38 Ji ber kupura Rojnameya Azadiya Welat pêre hebû ceza lê birîn
10:24 'Fadil Şenyaşar sewqa Amed ango Dîlokê bikin'
10:23 Serokê KKP’ê Çîftyurek: Rexneyên gelê kurd îtîfaqê pêk anî
10:12 Parlamenterê HDP’ê Mizrakli: Rewşa tenduristiya Leyla Guven giran dibe
09:22 Ceza li girtiyên di greva birçîbûnê de birîn
09:22 Qad li rojnamevanan hatiye tengkirin: Wênekêş û kamerayên xwe vedişêrin
09:21 ‘A dikeve ser milê me em guh bidin dengê wan'
09:20 'Em ê tim û tim rastiyê binivîsînin'
09:20 Nûçeyên der barê dozê de 'delîla pêvekî' pêşkêşî dadgehê kir
09:19 'Li Tirkiyeyê rê li ber rojnamevaniyê hatiye girtin'
09:19 'Divê îtifaq veguhere yekîtiya netewî'
09:00 ROJEVA 10'Ê ÇILEYA 2019'AN
09/01/2019
17:05 'Bi têkoşînê em li dijî komkujiyan derbikevin'
16:49 Rêveberiya Şamê: Bêyî diyaloga bi kurdan re tu alternatîf nîne
16:42 Endamê PM’ê yê DBP’ê Yoldaş hat berdan
16:38 Bi hezaran gelê Rojavayî daketin qadan û komkujiya Parîsê şermezar kirin
16:32 Birayê Remzî Kartal Fevzî Kartal hat definkirin
16:17 Dadgehê li Akademisyen Esra Arsan 1 sal û 3 meh ceza birî
15:56 Fermandarê Cendirmeyan ê Çelê ji doza tiryakê binçav kirin
15:37 ‘Komkujî li dijî gelê Kurd û jinên Kurd bû’
15:30 HDP û TJA'yê Sakîne Cansiz li ser gora wê bibîr anîn
15:26 Polîsan parlamenterên HDP’ê derb kirin
15:22 'Em rihê berxwedanê ji wan digirin'
14:55 HDP’ê hin namzetên hevşaredariyan eşkere kir
14:54 Meclîsa Ciwanên HDP’ê ya Edenê avakirin xwe îlan kir
14:31 Sê jinên Kurd li Wanê hatin bibîranîn
14:30 Beştaş: Komîsyona Mafên Mirovan divê bi lez Guven ziyaret bikin
13:30 Ji derhêner Kazim Oz re 15 sal ceza hat xwestin
12:56 Polîsan 5 ciwanên li Edenê derp kirin, berdan
11:58 'Yekîtî pîroz be'
11:50 Danişîna Rojnameger Evren dê di Roja Rojnamegerên Dixebitin de bê dîtin
11:44 Tecrîd û grevên birçîbûnê dê li 100 navendan bên nîşaqkirin
11:29 Kovara Dilop bi dosyeya Tarik Ziya Ekîncî derket
11:20 Leyla Guven 6 rojin nikare derkeve hevdîtina parêzer
11:12 Dayika du zarokên cêwî hat berdan
10:22 Komisyona jinan a KCD'ê Sakine, Fîdan û Leyla bibîr anîn
09:58 Karkerên Jin: Em zêdetir krîzê hîs dikin
09:27 Îdianameya der barê 'bariyerên blokî' de hat amadekirin