STENBOL - Danişîna 6 rojnamegerên ji doza mailên Redhack ên Wezîr Berat Albayrak tên darizandin, li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Heyetê xwest dosya Rojnameger Omer Çelîk a Amedê hatibû amadekirin û der barê wê de biryara bêşopandinê dabû, bişînin ji dozgeriya Stenbolê re. Heyetê danişîna dozê taloq kir.
Danişîna 6 rojnamegerên ji doza mailên Redhack ên Wezîr Berat Albayrak tên darizandin, li 29’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Stenbolê pêk hat. Rojnamegerên serbest tên darizandin, Derya Okatan, Tunca Ogreten, Mahîr Kanaat û Eray Saygin li salona dadgehê amade bûn. Rojnameger Omer Çelik û Metin Yoksu jî bi rêya SEGBÎS'ê tev li danişînê bûn. Danişîna dozê bi mutaalaya dozger dest pê kir. Dozger xwest dosya der barê rojnameger Omer Çelîk a biryara bêşopandinê hatibû dayîn, bişînin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Dozger parast ku dosya der barê wê de biryara bêşopandinê daye, delîlên nû ye û xwest biryara bêşopandinê bê rakirin.
Rojanemger Tunca Ogreten jî xwest materyalên wî yên dijîtal ku dest danîne ser dîsa bidin wî û astengiya derketina dervê welat rakin. Rojnameger Derya Okatan jî diyar kir ku ji ber wan rojnamegerî kiriye hatine girtin û got: "Li vir pîşeya Rojnamegeriyê tê darizandin. Rojnameger Omer Çelîk, anî ziman ku ji ber xebatên wan ên pîşeyî tevlêbûna SEGBÎS'ê jî tê astengkirin û wiha got: "Ez dixwazim ji tevlêbûna danişînê muav bêm girtin."
Rojnameger Metin Yoksu jî xwest materyalên wî yên dijîtal bidin wî û ji tevlêbûna danişînê muaf bê girtin. Parêzer jî parastin kir û xwest beraet bibin. Lê dozger jî xwest hemû daxwazên rojnamgeran bên redkirin.
Heyeta dadgehê jî birar da û xwest kontrola edlî berdewam bike û materyalên dijîtal jî bên rawestandin. Heyetê xwest dosya der barê Rojnameger Çelik de hatiye amadekirin û biryara bêşopandinê hatiye dayîn bişînin Serdozgeriya Komarê ya Stenbolê. Heyetê danişîna dozê taloqî 16'ê Nîsanê kir.