RIHA - Girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê ku di çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger de ne, bi riya nameyê peyam şandin û gotin: “Em biryarin dîwarê tecrîdê hilweşînin. Ji ber ku di wextê herî xweşik ê dîrokê de gotina herî dawî yên li ber xwe didin dibêjin. "
Çalakiyên li girtigehan ên bêdawî û bêdorveger ku di 16'ê Kanûnê de li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan dest pê kir û gelek girtîgehên din berdewam dikin didomin. Çalakiya Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Ocalan jî di roja 62'an de berdewam dike. 7 girtiyên li Girtîgeha Tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê ku di 5'ê Çile de dest bi çalakiya grevê ya bêdem û bêdorveger kirin, bi riya nameyê peyam şandin û gotin: “Em biryarin dîwarê tecrîdê hilweşînin. Ji ber ku di wextê herî xweşik ê dîrokê de gotina herî dawî yên li ber xwe didin dibêjin. Li ser vê axa ku qedera gelan bi xwînê hatiye nivîsandin, berxwedan jî ew qas bi rûmet û wate ye. Di serdemek wisa de Birêz Leyla Guven li dijî tecrîdê dest bi çalakiyek rewa û mafdar kiriye. Ji roja ewil heta niha me piştgirî dayê û em piştgiriyê didinê. Daxwazên Leyla Guven mafdar û rewa ne. Daxwazên wê daxwazên me ne. Em bi biryarin li dijî tecrîdê van çalakiyan berdewam bikin û li daxwazên wê xwedî derekvin."
Girtiyên Girtîgeha Tîpa T a Kampusa Rihayê ku di 5'e Çile de dest bi çalakiyan kirine wiha ne:
"Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 2 a Rihayê: Ugur Togyildiz, Selman Buyuktop, Omer Kaya, Mahmut Ongör, Kemal Yigit, Semra Akhan, Sabiha Onder.
Girtîgeha tîpa T a Hêjmar 1 a Rihayê: Sinan Çelik, Ali Erdem, Rıza Yuksekbağ, Muhammed Îlgun, Enver Kanmaz."