STENBOL – Cenazeyê endamê HPG’ê Abdullah Aygun ku rojên borî jiyana xwe ji dest dabû, ji ber ku li tu mizgeftan nehat qebûlkirin, rakirin cemxaneyê û li vir merasima olî kirin. Cenaze ji ber zext û astengiyên polîsan di saetên serê sibê de hat definkirin.
Malbata Endamê HPG’ê Abdullah Aygun ê ji Mûşê ye, duh cenazeyê kurê xwe yê di 4'ê Çile de li Îdirê jiyana xwe ji dest dan wergirtin û anîn Stenbolê. Malbatê cenazeyê Aygun anîn Taxa Gazî ya Sultangaziya Stenbolê û xwestin merasima olî pêk bînin. Lê ji ber ku tu mizgeftên taxê cenazeyê Aygun qebûl nekir, malbatê cenaze birin mizgeftê. Meleyên mizgeftan bêyî hincet nîşan bide cenazeyê Aygun qebûl nekirin. Li ser vê yekê malbata Aygun cenazeyê kurê xwe birin Cemxaneya Gazî û li wir merasima olî pêk anîn. Malbatê piştî merasima olî cenazeyê kurê xwe xwestin li Goristana Gazî defin bikin. Lê vê carê polîsan rêya wan qut kir. Polîsan ji nîvê şevê heta saetên serê sibê cenaze rawestandin û destûr nedan defin bikin. Malbata ku heta serê sibê hatin rawestandin, di saetên serê sibê de cenazeyê kurê xwe defin kirin.
Malbata Aygun, piştî astengiyên polîsan, cenazeyê Aygun di saetên serê sibê de li taxa Gazî defin kirin.