MÊRDÎN - Şaredariya Bajarê Mêrdînê ya qeyûm tayînê wê hatiye kirin meha derbasbûyî neguhêzbarek şaredariyê derxistibû îhaleyê lê mişterî nedîtibû. Şaredariyê vê neguhêzbarê vê carê bi bihayek kêm derxist ber firotinê.
Wezareta Karê Hundir di 17'ê mijdara 2016'an de Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman wek qeyûm tayînî Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê kiribû. Ji roja qeyûm hat ser heta îro serî li gelek tiştên sosret da û her roj şaredariyê xist bin deyn. Bi nêzîkbûna hilbijartina 31'ê Adarê re tê gotin ku qeyûm 900 milyon TL şaredariyê xistiye bin deyn. Şaredariya qeyûm birêve dibe niha jî neguhêzbarên şaredariyê derdixe firotinê û bi israre bifiroşe. Qeyûm avahiyek 5 qat a şaredariyê ku li taxa Seyîtomer a girêdayî navçeya Fatîha Stenbolê ye meha derbasbûyî derxistibû ber firotinê. Lê nehat firotinê. Li ser vê yekê qeyûm carek din vê avahiya şaredariyê ya neguhêzbar bi erzanî derxist ber firotinê ango derxist îhaleyê.