DERSIM - Li navenda Dersimê û navçeyên wê 80 gund mehek e bêceryan in û ji ber barîna berfê rêya gundan girtî ye. Welatiyan xwest pirsgirêkên wan bên çareserkirin û serokên şaredariyên navçeyan jî gotin dîrekên ceryanê nayên tamîrkirin.
Li gundên navenda Dersim û navçeyên wê barîna berfê tesîrek neyînî li ser jiyanê dike. Ji ber barîna berfa rojên dawî rêya 206 gundan hat girtin. Ji ber xetên ceryanê xesar dîtine 80 gundên navend û navçeyan mehek e bêceryan in. Rêya 36 gundên navendê, 38 gundên Pilemûriye, 11 gundên Pêrtagê, 29 gundên Pulurê, 21 gundên Qisle, 49 gundên Mazgêrd û 22 gundên Xozatê di nav de bi tevahî rêya 206 gundan hatiye girtin. Welatiyên gundan li dijî bêdengiya saziyên rayedar û neçareserkirina pirsgirêkên wan bi bertek in û dixwazin demildest pirsgirêkên wan rê û ceryanê bên çareserkirin. Serokên şaredariyên navçeyan jî gotin xetên wan ceryanê ji ber xemsariya rayedaran nayên tamîrkirin û xwestin pirsgirêkên ceryanê bên çareserkirin.