WAN - Doza bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" ya der barê Hevseroka KCD'ê Leyla Guven a di greva birçîbûnê de ye li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê ku hatibû vekirin bi biryara bêpeywîrê neqlî Dadgeha Enqereyê kirin.
Hevseroka KCD'ê û Parlamentera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ji ber di 19'ê îlona 2016'an de li Wanê axivîbû û bi îdiaya "Propaganda rêxistinê kiriye" li 6'emîn Dadgeha Cezayê Giran a Wanê doz lê hatibû vekirin. Doza Guven bi biryara bêpeywîrê neqlî Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê hat kirin.
Guven ji 8'ê Mijdara 2018'an vir ve ji bo rakirina tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye.