ŞIRNEX - Li navçeya Qileban a Şirnexê ku di hilbijartina 24'ê Hezîranê de 3 hezar û 482 hilbijêrên wê hebûn, di nava 6 mehan de hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn. Hat diyar kirin ku gelek hilbijêrên nû ji esker û mamosteyan pêk tê û bi vê guhestina hilbijêran xwestine bandorekê li ser encama hilbijartinê bikin.
Lîsteyên hilbijêran ên hilbijartina 31'ê Adara 2019'an, li avahiyên muxtariyetan daliqandin. Piştî lîste li muxtariyeten hatin daliqandin, li bajarên herêmê ku şaredarî di destê DBP'ê de bûn, gelek kesên nû ku biyanî ne li lîsteya hilbijêran hatin zêdekirin. Li navçeya Qileban a Şirnexê derket holê ku di nava 6 mehan de Hezar û 389 hilbijêr zêre kirine. Li navçeya Qilebanê ya Şirnexê di hilbijartina 24'e Hezîrana 2018'an de hêjmara hilbijêran 3 hezar û 482 kes bûn. Lê piştî lîste daliqandin hêjmara hilbijêran, Hezar û 398 hilbijêrên nû zêde bûn û hêjmara hilbijêran derket 4 hezar û 880 hilbijêran. Li navenda Şirnexê jî bi awayekî berbiçav hêjmara hilibjêran zêde bûbû. Derket holê ku hilbijêrên nû bêtir mamoste, karmend û esker in û kesên girêdayî Qereqolên Ayvalik, Mezra û Cevizagaci yên girêdayî Qilebanê wekî hilbijêrên nû qeyd kirine. Zêdeyî 100 hilbijên nû jî mamosteyên li navçeyê peywirdar in.