STENBOL - Hat diyarkirin ku li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê wexta girtî ji bo hevdîtina telefonê derketin gardiyanan êrîşî wan kiriye. Di lêpirsîna dîsîplînê ya der barê êrîşê de, 11 roj cezayê hucreyê li girtî Mûzaffer Akengîn hat birîn.
Hat îdiakirin li Girtîgeha Tîpa T a Jimare 1 a Bandirmayê, di 7'ê Kanûna 2018'an de gardiyanan êrîşî girtiyan kiriye. Li gorî îdiayê, wexta girtiyên li qawîşa A-13'an ji bo hevdîtina telefonê ji qawîşê derketine gardiyanan heqaret li wan kiriye û ew taciz kirine. Piştî koma ewil vegeriya qawîşê, koma duyemîn ji bo hevdîtina telefonê derket. Di vegerê de heqareta li girtiyan hat kirin û gef li wan hat xwarin. Lê belê piştî girtiyan îtiraz kiriye, gardiyanan êrîşî wan kiriye. Piştî hatin derbkirin girtiyan xwest li revîrê rapora tenduristiyê bigirin. Girtiyê hat derbkirin Mûzaffer Akengîn ji bo gazî gardiyanan bike pêl zingilê kir. Lê belê gardiyanan tenê mazgal vekir û heqaret li Akengîn kirin. Wexta Akengîn îtiraz kir gardiyanan destm wî di mazgelê de asê kirin û derb kirin.
11 ROJ CEZAYÊ HUCREYÊ LÊ BIRÎN
PIştî vê bûyerê der barê girtiyan de lêpirsîna dîsîplînê hat destpêkirin. Midûriyeta girtîgehê di 17'ê Kanûna 2018'an de îfadeya Akengîn girt û 11 roj ceza lê birîn. Lê belê Akengîn bi rêya parêzerên xwe daxwaznameyek nivîsand û îtiraz kir. Akengîn got: "Roja bûyerê saet di 09:00'an de wexta hevalên me ji bo hevdîtina telefonê derketin, êrîşî wan hat kirin. Koma ewil a ji bo telefonê derket bi hesas tev geriya. Ji bo rê li ber provakasyonan bigirin ketin hundir. Piştî vê koma duyemîn ji bo hevdîtinê derket, lê bel gardiyanan heqaret li wam kir. Wexta hevalên me ew hişyar kirin, vê carê êrîşî wan kirin û hatin derbkirin. Hevalên me xwestin biçin revîrê û raporê bigirin, lê saeta heta 15:00'an wan nabin. Ji ber vê jî rageşî hebû. lê ji bo rageşî zêde nebe û ji bo hevalên me biçin revîrê min pêl zingil kir da sergardiyan bê. Piştî min pêl zingil kir 10-15 deqîqe şûnde gardiyanê nobedar ê bi navê Dogan bêyî derî veke di mazgalê de heqaret kirin. Çawa mazgal vekir bi awayekî hişk got 'ji bo çi tu pêl zingil dikî, ma tu nizanî karê me zêde ye.' Min jî got 'Ez di hundir de me, çi zanim karê we heye. Ji ber karê min heye min gazî we kir.' Hîn min gotina xw etemam nekiribû got 'Hela lê biner tew xeber dide. Ev hemû terorîst in. Divê mirov wan bikuje.' Ji ber ez jî hay ji bûyerên serê sibehê hebûm, ji bo provakasyon çênebe tev geriyam. Min jê re got, em dixwazin bi sergardiyan re hevdîtinê çêbikin. Ji nişka ve destê min ê di mazgalê de di nav derî mazgalê de asê kir. Min mazgal tahm da û destê xwe bi zorê derxist. Sergardiyan ev yek dît û hat mudaxile kir."
Akengîn, diyar kir ku wî ji sergardiyan re gotiye ew dixwzin biçin revîrê û got: "Lê belê nîv saet derbas bû em nebirin revîrê, li ser vê hevalên me yên li qawîşên din li deriyan dan. Li ser vê sergardiyan dîsa hat û got gaveke din hûn ê biçin revîrê. Lê belê ancax em êvarî çûn revîrê."
Akengîn, diyar kir ku berpirsiyarê sereke yê bûyeran rêveberiya girtîgehê ye û der barê qewimînan de wan ji Serokomartiyê, Wezareta Dadê û Komîsyona Mafên Mirovan a Girtîgehê re name û daxwazname nivîsandine, lê belê nehatine şandin. Akengîn got: "Daxwaznameyên me ji dozgerê komarê re nivîsandin hefteyek derbas bûye hîn jî tiştek nehatiye kirin. Wexta me ji buriya înafzê pirsî, got daxwazname nehatine."
Di lêpirsînê de Bejder Ro Amed wekî şahid hat guhdarîkirin û Amed jî tiştên Akengîn gotin piştrast kirin. Amed, di îafedaya xwe de got di dema revîrê de 5-6 gardiyan bi wan re hatine û gef li personelên revîrê xwarine.
MA / Yasin Kobulan