ÎZMÎR – Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, bilêv kir ku penaberên ji ber hin sedeman tên binçavkirin, bi zorê wan dişînin GGM'yan. Şahîn bi bîr xist ku şerê li Sûriyeyê didome û got: "Ji ber hejmara li GGM'yan zêde ye, her diçe binpêkirinên mafan jî zêde dibin."
Li Îzmîrê, gelek penaberan ji ber hin sedeman ve dişînin Navendên Paşveşandinê (GGM). Penaberên tên binçavkirin piştî karên li dozgerî û dadgehê wexta tên berdan jî polîs wan dişînin GGM'yan. Piştî demekê li GGM'yan tên rawestandin piranî jî tên dersînorkirin. Hinek jê jî 6 meh an jî 12 mehan li GGM'yan di şert û mercên girtîgehê de tên ragirtin. Li Îzmîrê yek ji GGM'yên ev pêkanînên zêde rû didin jî ya Harmandaliyê ye.
‘SÛRIYE NE EWLE YE, DIVÊ KES NEYÊ DERSÎNORKIRIN'
Alîgirê Serokê Komeleya Pira Gelan Yildirim Şahîn, anî ziman ku li Îzmîrê gelek penar li GGM'yan tên ragirtin. Şahîn, da zanîn ku penaberên di bin çavdêriya îdarî de tên ragirtin di navbera 6 meh û salekê de li GGM'yan tên sekinandin û got: "Di çarçoveya 'qedexeya paşveşandinê de' ji ber şerê li Sûriyeyê dewam dike û Sûriye ne welatekî ewle ye divê kes neyê dersînorkirin. Der barê sûriyeyiyan de lêpirsîneke biçûk jî bê destpêkirin an jî penaberên dema dixwazin biçin Yûnanîstan tên zevtkirin di bin çavdêriya îdarî de tên ragirtin. Ji ber dizanin nikarin van kesan paş ve bişînin, hin kaxezan bi wan didin îmzekirin, paşê wan dişînin navendên paşevşandinê û ji wir jî wan dersînor dikin. A rast ev ne dersînorkirineke dildariyî ye. Li GGM'yan hejmara penaberan pir zêde ye û bi hin hincetênc uda wan nabin nexweşxaneyan. Dibêjin personel tune ne. Ancax piştî mehekê wan dişînin cem bijîşkê li revîra GGM'yê."
‘TIRKIYE JI BO PENABERAN GIRTÎGEHEKE VEKIRÎ YE'
Şahîn, diyar kir ku di demên dawî de li gorî daxuyaniya rayedaran nêzî 300 hezar sûriyeyî paş ve hatine şandin. Şahîn got: "Dewlet bi pêkanînên bi vî rengî penaberên sûriyeyî qaneh dike û wan dişîne. Lê welatiyên sûriyeyî vê yekê baş dizanin; wê sibe li Sûriyeyê çi biqewime nizanin. Tirkiye tim sûriyeyan dişîne wê herêmê û dixwaze li wir bi cih bike. Dixwaze li wê herêmê di navbera kurdên li Sûriye û kurdên li Tirkiyeyê de herêmeke tampon çêbike û derbasbûna sînor asteng bike. Piraniya penaberan ji ber nizanin wê kengî şer biqede naçin welatê xwe. Ji ber penaber dixwazin ji bo xwe jiyaneke bi ewle ava bikin berê xwe didin rojavayê, lê belê baş nayên pêşwazîkirin. Tirkiye bi YE'yê re peymanek îmze kir û bi vê peymanê qebûl kir ku Tirkiye ji bo penaberan bûye girtîgeheke vekirî."
Her wiha Şahîn destnîşan kir ku penaber li GGM'yan di nav şert û mercên derî mirovahiyê de dijîn û got: "Bi rastî jî ji şert û mercên girtîgehan xirabtir in. Xwarin kêm e. Şert û mercên hîjyenîk tune ne û derfetên ji bo hewadariyê jî tune ne."
‘ÊN TÊN ZEVTKIRIN DIŞÎNIN GGM'YAN'
Şahîn got: "Wexta penaber tên Tirkiyeyê, li kuderê qeyda xwe çêkiribin li wir dijîn. Mînak eger pêşî hatibe Kilîsê, lê belê li Îzmîrê hatbe zevtkirin divê wî bişînin Kilîsê. Li rojavayê welat ji bo nifûsa penaberan bê kêmkirin kampanyeyeke taybet heye. Di çarçoveya kampanyayê de nasnameyên wan tên kontrolkirin. Ger qeyda wan ne Îzmîr be wan dişînin GGM'yan û li parvekirinên wan ên medyay civakî tê nêrîn. Mesela çend roj berê tiştek qewimî. Di telefona kesekî de alaya PYD'ê heye û bi hinceta 'têkiliya wî bi rêxistina terorî re heye' tê binçavkirin û wî dişînin GGM'yê. Halbûkî ew kes ji bo PYD'ê xirab bike bi erebî parvekirinek kiribû. Lê ji ber polîs bi erebî nizanin, wexta alayê dibînin rasterast dibêjin 'endamê rêxistinê' ye û wî dibin. Li Tirkiyeyê, piraniya kurdan piştî Kobanê azad bû vegeriyan gundê xwe. Piraniya penaberên li Tirkiyeyê ereb û tirkmen in."
MA / Rûken Demir