STENBOL – Dîrokzan Erdogan Aydin, diyar kir ku dînamîkên şoreşger ên herêmê kurd in û wê di 2019'an de li Sûriyeyê hevsengiyên nû rû bidin. Aydin, da zanîn ku ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî û li Cenevreyê di çarçoveya mafên gelan de wê livbaziyên nû pêk bên û wiha got: "Wê avakirina Sûriyeyê li herêmê xeyalên tehekumiyê jî ji holê rakin."
Dîrokzan Erdogan Aydin biryara DYA'yê ya ji bo vekişinadina ji Sûriyeyê û qewimînên dawî yên li Sûriyeyê diqewimin ji Ajansa Mezopotamya re nirxandin. Aydin, destnîşan kir ku qewimînên dawî derfetên guherandina Sûriyeyê ku di sala 2011'an de rû dan ji holê rakirine û got: "Di sala 2011'an de di serî de DYA û NATO, Bihara Ereban ji bo rejîma Sûriyeyê noq bibe veguherandin tiştekî qirase û li gor vê stratejiyeke hat çêkirin. Ev yek tenê ne li Erebîstana Suûdî, Qatar û welatên, li Tirkiyeyê jî bû cihê encamên cidî. Îktîdara AKP'ê xwest vê rewşê veguherîne serdestiyeke Osmaniyî ya nû. Çima di qada şerê li Sûriyeyê de Tirkiye ji DYA û Rûsyayê bêtir di nav liv û tevgeran de ye? Çimkî ji gotina edakirina nimêja li Mizgefta Emeviyê tê fêmkirin ku dixwaze bibe serwerê erdnîgariya ereban. Bi awayekî dîtir, armanc ew bû ku Osmaniya di dema Yavûz Sûltan Selîman de di ji salên 2010'an ve ji nû ve îhya bike."
‘TIRKIYE ŞER KÛRTIR KIR'
Aydin, bilêv kir ku mudaxilekirina emperyalîst a li Sûriyeyê di 2013'an de karaktera xwe guherandiye û got: "Di 2013'an de DYA'yê dît ku kontrolkirina hêzên piştgiriyê dide wan û wan xwedî dike ji ya Esad xerabtir e. Loma hêdş hêdî dev ji wan çeteyên şerîatxwaz berda. Paşê DYA û Rûsya li hev kirin şiklek dan Sûriyeyê. Çi Tirkiyeya AKP'ê çi jî Erebîstana suûdî xwe nedan ber vê xetê û xwe jê dûr xistin û şer kûrtir kirin."
'HESABÊ LI MALÊ Û YÊ ÇARŞIYÊ LI HEV DERNEKETIN'
Aydin destnîşan kir ku rewşa niha sererastkirinekê ferz dike û got: "DYA di vê sererastkirina nû de tevkarê xwe Tirkiyeyê bi destê Rûsyayê berda. Wisa difikirim divê biryara DYA'yê ya vekişînê jî bi vî awayî bê nirxandin. Trûmp bi biryara vekişînê xwest Tirkiyeyê bi xwe ve girêbide û xwest hin destkeftiyên kurdan bên tunekirin. Lê belê wekî sala 2011'an dîsa hesabê li malê û yê li çarşiyê li hev derneketin. Lew nakokiyên li DYA'yê rû dan û îstifayên çêbûn nîşan da ku Trûmp wisa bi hêsanî nikare biryareke wisa bide." Aydin, diyar kir ku piştî biryara DYA'yê Rûsyayê jî xwest rejîma Esad li herêmê bi cih bike û got: "Bi awayekî aşkere, Rûsyaya ku di operasyona Efrînê de rê li ber Tirkiyeyê xist, lê vê carê ji bo nakokiya di navbera Tirkiye û DYA'yê de kûrtir bike heman tişt nekir. Ev jî nîşan da hesabê li malê û yê li çarşiyê li hev dernakeve. Loma jî çi hatibe gotin bila hatibe gotin wê DYA bi temamî ji Sûriyeyê dernekeve. Îhtimala ku Tirkiye li hemberî rojhilata Firatê wekî Efrîn û Cerablûsê operasyonekê li dar bixe pir kêm û qels e. Çimkî ger DYA vekişe jî wê ew der ji aliyê rejîma Sûriyeyê ve bên dagirkirin û di vî warî de helwesta Rûsyayê zelal e. Êdî rewş ji hêleke din ve şikil digire."
'BI DIJBERIYA LI HEMBER KURDAN DIXWAZIN DI HILBIJARTINÊ DE BI SER BIKEVIN'
Aydin, der barê operasyona muhtemal a li Minbicê ku tim tê gotin "em ê li Minbicê dest bi operasyonekê bikin" de û analîzên tên kirin ku tê gotin qewimînên dawî tesîrê li Tirkiyeyê dike û ji ber vê Tirkiye hêdî hêdî ji herêmê vedikişe jî got: "Li gor min ne di wadeyeke kin ne jî di wadeyeke orte de vekişîna Tirkiyeyê ne mimkun e. Çimkî Netewperestiya Tirk a li dijberî kurdan li civakê belav bûye. Ji bo di hilbijartinê de bi ser bikeve vê dijberiya xwe ya li hemberî kurdan tim bi kar tîne û ji bo vê yekê rewa bike çi ji desta bê wê bike. Heta ev bi kêrî wê bê wê venekişe. Her wiha dibe ku di 2019'an de ev yek pêk neyê, lê di 2020'an de mimkun e. Li vir divê mirov di warê jinûve avakirina Sûriyeyê de bal bikişîne ser sermayeya mûtehaîtiya tirk jî. Ev sermaye dixwaze xwe bi îslamîtî û tirkîtiyê rewa bike. Yanî wekî ji bo tiştekî mafdar têdikoşe tev digere. Wexta mirov li ser van faktoran bifikire dibe ku Tirkiye sûdê ji nakokiya navbera DYA û Rûsyayê bigire û heta demekê wekî aktorekê tev bigere.
Lê belê dîsa jî daneyên heyî nîşan didin ku êdî îhtimala ku Tirkiye rojhilatê Firatê diyar bike pir qels bûye û her biçe wê qelstir bibe. Bi taybetî jî pêngava kurdan a ji bo Minbicê ku dan rejîma Şamê û beramberî vê liv û tevgera Esad a ji bo Efrînê nîşan didin ku wê ji bo sererastkirina rojhilatê Firatê Rûsya, DYA û hêzên din û heta Erebîstana Suûdî têkevin devrê û wê ji nû ve sererast bikin."
'DÎNAMÎKÊN ŞOREŞGER ÊN LI HERÊMÊ KURD IN'
Aydin diyar kir ku dînamîkên şoreşger ên herêmê kurd in û wê di sala 2019'an de li Sûriyeyê hevsengiyên nû rû bidin û wê ji bo çareserkirina pirsgirêkên li Sûriyeyê li Neteweyên Yekbûyî û li Cenevreyê di çarçoveya mafên gelan de liv û tevger pêk bên.
Aydin, anî ziman ku DYA û kurd di 3 salên dawî li gel hev tev geriyane û îtifaq çêkirine, lê belê ev îtifaq tu carî nayê wateya ku kurd dev ji pêşniyarên xwe yên der barê Sûriye û Rojhilata Navîn berdidin. Aydin got: "Li cîhanê mînakên bi vî rengî pir in. Divê ev têkilî jî di vê çarçoveyê de bê nirxandin. Kurd dînamîkên şoreşger ên herêmê ne."
MA / Necla Demir