ENQERE - Serokwekîla Koma HDP’ê Fatma Kurtulan, diyar kir ku greva birçîbûnê ya Leyla Guven ket roja 61’an û got: “Guven daxwazeke qanûnê datîne holê. Ji bo pêşeroja Tirkiyeyê divê daxwazên Guven bên qebûlkirin.”
Hevberdevaka Koma Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê Fatma Kurtulan, têkildarî rojevên heyî li Meclîsa civîna çapemeniyê li dar xist. Kurtulan, bal kişand ser rewşa Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP'ê ya Colemêrgê Leyla Guven ku li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdulllah Ocalan 61 rojin di greva birçibûnê deye û wiha axivî: “Ligel ku Leyla Guven hatiye hilbijatin jî di girtîgehê de tê girtin. Daxwazek Leyla Guven heye. Em hewl didin vê daxwaza wê li her derê bînin ziman. Lê rayedar di vê mijarê de xemsar tevdigerin. Guven daxwazek qanûnî datîne holê. Li ser navê Tirkiyeyê balê dikişîne ser mijarek hesas. Niha li 28 girtîgehan 104 girtî di greva birçîbûnê dene û dibêjin ‘daxwazên Leyla daxwazên me ne.’ Ev grev li Ewropa û Hewlêrê jî berdewam dikin. Daxwaza Guven hiqûqiye. Guven mafdare. Ji bo pêşeroja hemû Tirkiyeyê, divê ev daxwaza wê bê qebûlkirin.”
'DIXWAZIN SERMAYEYÊ JI KRÎZÊ CUDA BIGIRIN ’
Kurtulan, derbarê pêşnûmeya qanûna torbeya ji 71 madeyan pêk tê û dê sibe li Desteya Giştî bê dîtin de jî, ev tişt gotin: “Divê dest ji rêbazên bi torbeyan qanûn derxistinê berdin. AKP tim vê rêbazê ferz dike. Di vê pêşnûmeyê de jî dixwazin otorîteriya xwe ferz bikin. Projeyên karê razandina şaredariyan, dê bi Serokkomar ve girê bidin. Em weke HDP’ê vê pir bi rîsk dibînin. Berî hilbijartinê ev anîna rojêve, em weke gefa li dijî civakê dibînin. Dibin navê hin pêşnûmeyan de, dixwazin sermayeyê ji fatûreyên krîzê cuda bigirin.”
‘BI DESTÊ SEROKÊ MECLÎSÊ QANÛNA BINGEHÎN BIN PÊ DIKIN’
Kurtulan, ne îstîfakirina Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim ê bû namzetê Serokê Şaredariya Bajêr Mezin a Stenbolê jî nirxand û wiha bilêv kir: “AKP di her gavê de Qanûna Bingehîn bin pê dike. Mînaka vê yekê jî Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim ê bû namzetê Serokê Şaredariya Bajêr Mezin a Stenbolê ye. Em nizanin emê vê çawan binirxînin. AKP bi dest Serokê Meclîsê Qanûna Bingehîn bin pê dike.”
‘TIFAQA PARTIYÊN KURD SER XÊRÊ BE’
Kurtulan, di dawiya axaftina xwe de ev tişt bilêv kirin: “Xebatên HDP’ê yên hilbijartina herêmî berdewam dikin. Di vê hilbijartinê de erka sereke ya HDP’ê demokrasî avakirine. HDP û hilbijêrên wê jî di ferqa faşîzma AKP û MHP’ê dene. Di vê çarçoveyê de li herêmê jî çû hin tifaqan. HDP, DBP, AZADÎ, DDKD, PÎA, KKP, PDK û PDK - T hatin gel hev û li ser navê demokrasî, aştî û edaletê tifaqek ava kirin. Dê bi hevre namzetên hilbijartinê yên diyar bikin, ji raya giştî re eşkere bikin. Ev tifaqa ji bo hemû gelê me ser xêrê be. HDP dê ji bo hemû Tirkiyeyê, bi hêzên demokratîk re, ji bo demokrasiyê têbikoşe.”