MÊRSÎN - Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê der barê 96 kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin daxuyanî dan. Egîtîm Sen'ê xwest hevalên wan ên hatine îxrackirin dîsa li karê xwe vegerin.
Dozgerê Komarê ya Mersînê Mehmet Fatîh Kale, lêpirsîna der barê, 96 kedkarên cemaweriyê yên bi KHK'ê hatin îxrackirin temam kir. Dozger piştî lêkolînê ya hesabê medya civakî, girtekên polisan û lêpirsîna UYAP'ê biryar da ku 96 kedkarên hatin îxrackirin pêdivî bi lêpirsîna wan tune ye. Piştî biryara meclîsê, Sendîkaya Egîtîm Sen'ê ya Mêrsînê daxuyanî da û xwest hevalên wan ên hatine îxrackirin disa li karê xwe vegerin. Serokê Şaxa Egîtîm Senê ya Mêrsînê Sinan Muşlu, daxuyanî xwend û xwest mexdûriyeta mamosteyên hatine îxrackirin dîsa li karê xwe vegerin û mexdûriyeta wan bi dawî bibe."