RIHA - Qeyûmê Şaredariya Wêranşarê, bi daxuyaniyeke nivîskî nûçeya der barê rapora mufetîşên teftîşê yên Wezareta Karên Hundir piştrast kir. Qeyûm hem nûçe piştrast kir û hem jî got nûçe gel şaş agahdar dike.
Qeyûmê Şaredariya Wêranşarê ku di heman demê de Qeymeqamê navçeyê ye Omer Derecî, bi daxuyaniyek nivîskî der barê nûçeya Ajansa me ya Mezopotamya ya sernavê "Şaredariya DBP'î ji bo avakirne 5 parkan 500 hezar tl, lê qeyûm ji bo rastkirinê 6 milyon tl xerc kir" bersîv da. Qeqûm Omer Dereci der barê nûçeya têkildarî şaredariyê daxuyanî da. Qeyûmê Şaredariya Wêranşarê di salekê de 27 milyon û 979 hezar û 852 lîre pere xerc kir. Lê Heşaredarê Wêranşarê yê DBP'ê Emrullah Cîn, 500 hezar lîreyî 5 park çêkirin. Lê qeyûm bi 6 milyona lîre pere derdora parkên hatine çêkirin sererast kir.
Di rapora di malpera şaredariyê de hat weşandin û ji ber hilbijartin nêz bû hat rakirin de, hatibû diyarkirin ku tenê ji bo sererastkirina derdora parkên ji aliyê şaredariya DBP'î ve hatibûn çêkirin 6 milyon û 474 hezar lîre pere hatiye xerckirin û ji bo rêyên taxên navendê jî 12 milyon û 190 hezar û 255 hezar pere hatiye xerckirin. Di heman raporê de ji bo projeyên “Asırlık çınarlarımızın gül yüzleri gülsün projesi”, “Hoş geldin bebek projesi”, “Güle güle Mehmedim projesi”, “Bir yastıkta Bir ömür Projesi” û “Biz Anadolu’yuz projesi” milyon û 440 hezar û 410 lîre pere û ji bo projeya detsekkirina perwredehiyê jî milyon û 419 hezar û 323 lîre pere ji budçeya şaredariyê hatibû diyarkirin. Qeyûm hem projeyên DBP'ê qebûl kir û qebûl kir ku ligel piştgiriya hemû saziyên cemaweriyê ferqek ava nekiriye.
Qeyûm parast ku pereyên hatine qerçkirin ji çavkaniya cewherî hatine xerçkirin. Qeyûm qebûl kir ku bi giştî 27 milyon TL pere hatiye xerçkirin, lê îdia kir ku çapemenî gel şaş agahdar dike û şaş araste dike.