ŞIRNEX - Li navenda Şirnexê piştî lîsteya hilbijêrên ku hatin daliqandin aşkere bû ku di nava 6 mehan de 5 hezar û 616 hilbijêrên nû hatine qeydkirin. Derket holê ku ji 5 hezar û 600 hilbijêrên nû 3 hezar û 500 ne ji Şirnexê ne.
Li Tirkiye dê di 31'ê Adara 2019'an roja yekşemê hilbijartinên rêveberiyên herêmî pêk bên. Xebatên hilbijartinê yên partiyan dest pê kir. Partî ji bo rêveberiyên herêmî namzetên xwe diyar dikin û hêdî hêdî dest bi propanda dikin. Di vê pêvajoya ku xebatên hilbijartinê dest pê kir de li bajarên ku hikûmetê qeyûm tayîn kir û dîsa bi ser neket, vê carê hewl dide ku nifûsa bajaran biguherîne. Li Bajarê Şirnex û navçeyên wê ku di hilbijartina Giştî ya 24'ê Hezîranê de AKP bi ser neket vê carê serî li rêbazên guhertina nifûsê dide. Li bajarê Şirnexê ku 32 hezar û 259 hilbijêrên wê hene, di vê hilbijartina rêveberiyên herêmî de 5 hezar û 616 hilbijêrên nû lê hatin zêdekirin. Bi giştî hêjmara hilbijêran gihişt 37 hezar û 875 kesan.
3 HEZAR Û 500 HILBIJÊR NE JI ŞIRNEXÊ NE
Di nava 6 mehan de nifûsa Şirnex zêde bû. Hat diyar kirin ku polîs û karmendên dewletê yên qeyda wan li Sîlopî, Cizîr û navçeyên derdorê tev anîn li ser Şirnexê qeyd kirin. Hat diyar kirin ku di qeydên nû de 3 hezar û 500 kesên qeyda wan nû hatiye kirin ne ji Şirnexê ne û ji bajarên Rojavayên Tirkiye hatine. Li taxên ku qereqol lê hene bi taybetî hêjmara hilbijêrên nû yên biyanî zêde bûne. Li taxa Yeşîlyurt a ku Fermandariya Tumenê ya Sînorê 23'emîn, hêjmağr zêde bûye. Berê hêjmara hilbjêran 2 hezar û 589 bû. Niha hêjmara hilibjêran gihişt 4 hezar û 611 hilbijêrî.
Li navçeya Qilaban a Şirnexê jî hat diyar kirin ku nêzî 2 hezar hilbijêrên nû lê hatin zêdekirin. Hat diyar kirin ku cerdevan tevî malbatên nifûsa wan sewqî bajar kirine.