EDENE - Li Edeneyê polîs li ciwanên HDP’ê sixûriyê ferz dikin. Ciwan, ji aliyê kesên dibêjin “Ez îstîxbaratvan im" raztî ferzkirina sîxuriyê tên.
Li Edeneyê li dijî ciwanan zextên sîxuriyê zêde dibin. Di demên dawî de kesên dibêjin “Ez istîxbaratvan im" gefên sixûruyirê li ciwanan dixwin. Di demên dawî de kesên dibêjin "Ez îstîxbaratkar im" li endamên Meclisa Ciwanan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Edeneyê digerin ji wan dixwazin ku bibin sîxur. Yek ji ciwanê rastî gefan hat Endamê Meclîsa Ciwanan a DBP'ê ya navçeya Kuçukdikilî Bariş Aydin e. Aydin, anî ziman ku di 3'ê Çile de kesek bi telefona hêjmar 0553……..94 li wî geriya ye û gotiye "Ez îstîxbaratcan im" û xwestiye wî bibîne. Aydin, da zanîn ku kesê li wî geriya navê xwe negot û wiha axivî: "Em te baş nas dikin. Demek bûye me tu nedîtiye. Tu mezin bûye. Ger ku tu musaît be em hev bibînin. Min û polîsan tev li hev neke. Ez îstîxbaratvan im. Ez û tu li derve hev bibînin. Em werin te ji cihê kar bigirin. Tu pirsgirêka me bi tere tune ye. Em dê der barê mijarekê de bi axivîn."
'ZEXT ME TÊK NABIN'
Aydin, anî ziman ku nûmaraya li wî geriya bi lez asteng kir û wiha got: "Li Edeneyê di salên dawî de li ser ciwanan zextên zêde hene. Her dem li me digerin û zextan li ser me dimeşînin. Em li dijî van polîtîkayan qet serî natewînin. Endamê Meclisa Ciwanan Mahmut Kaplan jî diyar kir ku di 3'ê Çile de kesên bi navê "Ez îstîxbaratvan im" li wî geriya ye û wiha got: "Kesê li min geriya got 'Ez îstîxbaratvan im. Ez te 5 deqîqeyan bibînim. Lê min hevditin qebûl nekir. Piştî min ev daxwaza wî red kir carek din li min negeriya. Ez yekem car rastî bûyerek wisa têm. Zext me têk nabin."
MA/ Hamdullah Kesen