AMED - Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a HDP'ê Ayşe Acar Başaran diyar kir ku rewşa tenduristiya Leyla Guven krîtîk e û got: ''Em deng bidin qêrîna girtiyan ku ji bilî bi bedena xwe li ber xwe bidin, tiştekî wan tine.''
Berdevka Komîsyona Hiqûqî û Mafê Mirovan a Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ayşe Acar Başaran li ser navê Însîyatîva Azadiyê ya li Dijî Tecrîdê têkilî greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê û Parlementera Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ê ya Colemêrgê Leyla Guven û girtiyên siyasî daxuyanî da çapemeniyê.
Başaran bi bîr xist ku greva birçîbûnê ya Hevseroka KCD'ê Leya Guven ketiye roja 60'an û wiha axivî: "Li gritîgehan bi sedan girtiyên siyasî bi heman daxwaza ku tecrîda li ser Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan rabe dest bi greve birçûnê kirine. Ji 2011'an ve Ocalan parêzerên xwe û ji 2015'an ve şandeya Imraliyê û ji 2016'ê Îlonê ve malbata xwe nedîtiye. Weke ku girtiyekî jirêzê be nêzîkatinê Ocalan dibin. Ev nêzîkatî nayên qebûl kirin. Bi tecrîda 3 salên dawî rewşa ku Tirkiye tê de ye li ber çavan e."
REWŞA TENDURISTIYÊ YA GUVEN KRÎTÎK E
Başaran, bal kişande ser rewşa Hevseroka KCD'ê Leya Guven û wiha bilêv kir: "Rewşa tenduristiya Guven krîtîk e, tansiyona wê tim diguhere, sergêjînek pê re çêdibe, tiştên avî bi zorê dikare vexwe û li girtîgehên din jî hewcehiya girtiyên di grevê de nayên bicihanîn. Vitamîna B ligel ku mecbûriyeteke yasayî ye jî nadin girtiyên di greva birçîbûnê de. Girtiyên di grevê dene di odeyên yek kesî de tên girtin û wan ber bi mirinê ve tehf didin."
BÊDENGÎ MIROV DITIRSÎNE
Başaran, da zanîn ku li bara van kirina bêdengiya civakê wan ditirsîne û wiha pê de çû: "Ger civak vê bêdengiya xwe bidomîne, di rojên pêş de encamên xirabtir dibe ku derkevin holê. Leyla Guven di rewşeke krîtîk deye û ji bo girtiyên din jî rewş krîtîk e.''
EM BIBIN DENGÊ ÇALAKGERÊN GREVA BIRÇÎBÛNÊ
Başaran bang li dînamîkên civakî, saziyên civaka sivîl, partiyên siyasî, rêxistinên jinan, ciwanan kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Yên ku ji xwe re dibêjn, 'ez demokrat im, ez dixwazim civaka Tirkiyê bibe civakek azad û demokratîk,' divê deng bidin çalakiyên greva birçîbûnê.Daxwazên wan ne daxwazên şexsî ne. Leyla Guven û hevalên din li gel ku bi rengekî nehiqûqî rehîn hatine girtin jî, di daxwazên wan ên şexsî nîn in. Daxwaza Leyla Guven daxwaza hemû civakê ye. Daxwaza wê ew e ku gelên Tirkiyeyê li welatekî azad, wekhev û demokrat bijîn. Em banga xwe dubare dikin. Grevên birçîbûnê beriya niha gihaşte encamên cuda. Me dît ku bi ser dikeve û derî li çareseriyê vedike. Mînaka vê ya nêz 2012'an bû. Piştî greva birçîbûnê ya 2012'an bi Rêzdar Ocalan re çûnûhatina hevdîtinê dest pê kiriye û van hevdîtinan guherînek daye destpêkirin.
Niha du rê li ber me hene, an em ê xwe nebihistî bikin û weke ku daxwazên girtiyan nebin tevbigerin û li bendê bimînin ku hêdî hêdî bihelin. An jî em ê hemû bi hev re bibin yek deng û wê daxwaza meşrû geş bikin û li bendê bin ku deshilata di vê mijarê de gavekê bavêje. Daxwazên girtiyan ên pir zehmet, ne pêkan nîn in.
JI BO DAXWAZA RAKIRIN TECRÎDÊ BIBIN DENG
Em bang li jinan û ciwanan dikin ku tecrîdê baş baş fêhm dikin û herî pir polîtîkayên şer bandorê li ser wan dike, em deng bidin girtiyên di nav çar dîwaran de ku ji bilî bedena wan tiştekî wan tine ku pê li ber xwe bidin. Ji bo ku ev daxwaz bi cih were em bang li desthilatê bikin. Ne ku em nikarin vê pêk bînin. Piştre, beriya ku were wê rewşa ku em di dîroka civakî de em nikaribin hesab bidin, em bang li hemû gelê xwe, saziyên xwe dikin bihistiyar bin û ji bo daxwaza rakirina tecrîdê bibin deng.''
Piştî axaftina Başaran daxuyanî bi dawî bû.