AMED - Platforma Îxracan a Amedê, bi daxuyaniyekê avakirina xwe aşkere kirin. Platformê helwesta xwe ya li dijî îxracan aşkere kirin û diyar kirin ku têkoşîna wan a rewa ya li dijî îxracan dê bidome. Li ser navê Platforma Îxracan a Amedê Mehmet Şahîn diyar kir ku li Tirkiye heta ku demokrasî û hiqûq pêş bikeve, wekî platform dê têkoşîna rewa ya fîîlî pêş bixin.
Komek endam û rêveberên Egîtîm Sen'ê yên ku bi KHK'ê hatin îxrackirin li ber AZC Plaza ya Ofîsa Amedê li hev kom bûn û bi daxuyaniyê avakirina Platforma xwe bi raya giştî re parvekirin. Platforma Îxracan a Amedê, bi armanca balê bikişîne ser karmendên hatine îxrackirin û binpêkirina mafên mamosteyan, daxuyanî dan û biryara têkoşînê dan. Li ser navê Platforma Îxracan a Amedê Mamoste Belgîn Gulben metnê daxuyaniyê xwend. Mamosteyê bi KHK'ê hat îxrackirin Mehmet Şahîn jî li ser navê Platforma Îxracan a Amedê belgeya helwestê xwend. Gulben, destnişan kir ku bi hinceta hewldana darbeya 15'ê Tîrmeha 2016’an li tevahiya Tirkiye OHAL hat îlankirin û wiha got: "Bi 36 KHK yan, bi giştî 135 hezar û 144 karmend li dijî hiqûqê hatin îxrackirin. Ji ber ku me mafê xwe yê rewa parast em hatin îxrackirin. Divê bê zanîn ku wekî duh îro jî li pey maê xwe yê demokratîk in û duh ji pêkanînên dijdemokratîk netirsiyan û îro jî natirsin.
Tu carî armanca me ya sere nebû aborî. Ji niha û şûnde jî nabe aborî. Armanca me ya sereke li dijî kesên ku li Amed, Pirsûs, Enqere, komkujî pêk anîn û sûc kirin hesap bipirsin e. Têkoşîna me li dijî hewldana dijberiya yekîtiya gelan û jiyana hevpar e. Beri her tiştî em dixwazin 81 milyon mirovên li Tirkiye dijîn wekî mirovan bijîn e."
'YÊN KU WELAT TALAN Û WÊRAN DIKIN HESAB JI WAN NAYÊ PIRSÎN'
Gulben, da zanin ku Komîsyona OHAL'ê ku qaşo li dijî hiqûqiyê hatiye avakirin, ew bi xwe îro bûye pirsgirêk û wiha berdewam kir: "Komîsyon bi xwe bûçe çavkaniya bê hiqûqiyê ya mezin. Komisyona OHAL'ê îro ketiye şûna dadgehê û bê hiqûqiyê dike. Ev yek nayê qebûlkirin. Saziyê ku bêyî Qanûna Bingehîn li ber çavan bigire û biryaran bide bi xwe sûc dike. Yê ku bingeha darbeyê ji darbekaran re ava kir îktîdara siyasî bi xwe ye. Wekî berê niha jî yê li dijî darbeyan li ber xwe da gel e. Bi salan e yên ku welat talan dike û wêran dike hesab ji wan nayê pirsîn. Lê niha bêyî tu hincet û sedeman nîşan bide bêyî ku mafê parastinê bide wan bi deh hezaran karmendên kedkar îxraç kirine. Em îxracê li dijî hiqûqê û qanûnê dinirxînin. Ji ber vê yekê em dixwazin Komîsyona Lêkolîna OHAL'ê bê betalkirin. Em dixwazin hiqûq û demokrasî têkeve meriyetê. Kesên ku li diji hiqûqê hatine îxrackirin dîsa li karên xwe vegerin û erka wan paşve bidin wan."
2.5 SAL DERBAS BÛN LÊ HÊJ PÊKANÎNA DIJHIQÛQÎ DIDOME
Mamosteyê bi KHK'ê hat îxrackirin Mehmet Şahîn jî li ser navê Platforma Îxracan a Amedê belgeya helwestê xwend. Şahîn da zanîn ku piştî OHAL hat îlankirin li Amedê bi hezaran kedkarên cemaweriyê li dijî hiqûqê hatin îxrackirin û wiha got: "Piştî hewldana darbeyê 2,5 sal derbas bûn. Ligel ew qas dem derbas bû hêj pêkanînên dijdemokratîk û li dijî hiqûqê berdewam dikin. Pêvajoya neyînî ya der barê îxracan de berdewam dike. Li tevahiya Tirkiye bi sed hezaran mirov li gel malbatên xwe hemû mafê wan ê zagonî ji destê wan hatiye girtin. Mahkûmî xizaniyê kirine. Ji ber vê yekê ji bo têkoşîna hiqûq û demokrasiyê li bajar bimeşîne û hemû kesên îxrac bûne li hev kom bike pêdievî bi vê platformê hatiye dîtin."
Şahîn, destnîşan kir ku armanc hemû kesên li bajar îxrac bûne di bin baneyê platformê de li hev kom bike û bikin xwedî helwestek hevpar û wiha bi dawî kir: "Platform dê bi têkoşîna rêyên demokratîk dengê xwe bilind bike. Dê pêkanînên OHAL û bêhiqûqiya komîsyona îdarî teşîr bike û li ber çavan raxe. Dê hesasiyeta civakî û mexdûriyeta îxracan bîne ziman û parve bike. Bi rêya têkoşîna civakî, di çarçoveya demokratîk de dê têkoşîna xwe pêş bixin. Dê hemû kar û barên hiqûqî yên der barê kesên hatine îxrackirin di nava pêvajoya hiqûqî de çareser bikin. Em weki kesên hatin îxrackirin, dixwazin demek berî demekê Komîsyona Lêkolînê ya OHAL'ê bê betalkirin. Wekî duh iro jî em li pişt daxwazên xwe ne. Em netirsiyan û natirsin. Armanca me ya sereke li ser vê axê 80 milyon mirov wekî mirovan û di nava şert û mercê xweşk û biratiyê de bijî ye. Pêvajoya komîsyona OHAL'ê bi fermana Serokomar ve salekê hat dirêjkirin. Komîsyona OHAL'ê saziyên Qanûna Bingehîn û hiqûqê yên Komara Tirkiye tune dihesibîne. Ev raste rast qanûna bingehîn îhlal dike. Li welatê me heta demokrasî û hiqûq pêş bikeve têkoşîna me dê dewam bike. "