NAVENDA NÛÇEYAN - Li Fîlîpînê hejmara mirovên ji ber bahoza rabû mirin derket 126 kesan.
Di 29'ê Kanûna 2018'an ji ber bahoza li navenda Fîlîpînê û giravên li rojhilatê welêt lehî rabû û di heman demê de erd ji şûna xwe şemitî. Rayedarên Fîlîpînê, derbarê bahoz, lehî û erda ji cihê xwe şemitî de daxuyanî dan û diyar kirin ku hejmara mirovên ji ber karesaetê mirin derket 126 kesan. Hat destnîşan kirin ku piraniya kesên mirin ji herêma Bîcolê ya li başûrê rojhilatê Manîlayê bûne û tenê li Bîcolê zêdeyî 100 kesan jiyana xwe ji dest dane.
Di daxuyaniyê de, hat ragihandin ku ji ber bahozê 152 hezar mirov neçar man ku ji cih û warê xwe derkevin û herî kêm 75 mirov birîndar bûne.
Li gorî daneyan salê bi qasî 20 caran bahoz li Fîlîpînê radibin û rê li ber mirina bi sedan kesan vedikin. Di Mijdara 2013'an de jî tayfûna Haiyan rabibû û weke tayfûna herî dijwar a dîroka Fîlîpînê hatibû binavkirin û ji ber tayfûnê zêdeyî 7.350 kes jiyana xwe ji dest dabûn û birîndar bibûn.