ENQERE - Helbestvan û hunermendê wêneyan Mehmet Ozer, diyar kir ku divê ew bibin dengê Hevseroka KCD’ê Leyla Guven a digreva birçîbûnê de û got: “Leyla Guven mafê xwe yê mirovî yê bingehîn bi kar tîne û li dijî tecrîdê canê xwe ji birçîbûnê re razandiye.” Helbestvan Mahmût Temîzyurek jî, anî ziman ku Guven têkoşîne pir mezin dide.
Çalakiya greva birçîbûnê ya Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan di girtîgehê de dabû dest pê kirin, di roja 60’an de berdewam dike. Çalakiya bi pêşengtiya Guven hat destpêkirin, li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê her ku diçe belav dibe. Ji bo bi cih anîna daxwazên Guven bangik jî ji Enqerê hat.
Helbestvan û hunermendê wêne Mehmet Ozer ê li Enqerê dijî, banga bersivdayîna daxwazên Guven kir û wiha axivî: “Jiyana hemû kesan pîroz e. Leyla Guven mafê xwe yê mirovî yê bingehîn bi kar tîne û li dijî tecrîdê canê xwe ji birçîbûnê re razandiye. Pêkanîna tecrîdê ne nû ye. Ji Derbeya Leşkerî ya 12’ê Îlona 1980’iyan ve di girtîgehan pêk tê. Armanca tecrîdê zimanê liberabûnê yê civakî ji holê rakirine û teslîm girtina mûxalefetê ye. Ji bo ku desthilatdara pêvajoya xwe ya siyasî meşrû bike, van rêbazan bi kar tîne. Îro li dijî vê mirov îtîraz dikin. Ji bo vê îtîrazê mirova canê xwe ji mirinê re radizînin.”
‘LEYLA TÊKOŞÎNEK MEZIN DIDE’
Helbestvan Şaîr Mahmût Temîzyurek jî, anî ziman ku tecrîd êdî bûye girêyek kor û wiha got: “Ger dewleta vê rika xwe berdewam bike, dê welat ber bi zinaran ve bibe. Divê dimildest ev zext ji holê rabe û girtiyên siyasî bên berdan. Tecrîd jî dinava vê de heye. Ji ber vê Leyla têkoşînek mezin dide.”
‘TIRKIYE BI TECRÎDÊ HIQÛQA XWE BINPÊ DIKE’
Hevserokê Şaxa Komeleya Mafê Mirovan (ÎHD) a Enqerê Fatîn Kanat jî, dest nîşan kir ku Guven bi dengên gel hatiye hilbijartin û wiha bilêv kir: “Êdî pirsgirêka gelê Kurd bi çakan û şer nayê çareser kirin. Ez hêvî dikin ku ev çalakiya Leyla Guven, bibe wesileya rêyên demokratîk.
‘EM BIBIN DENGÊ BERXWEDANA JI GIRTÎGEHAN BILIND DIBE’
Hevberdevka Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) ê ya Enqerê Fatma Kiliçarslan jî, daxuya kirin ku Guven ji bo bêçareseriya heyî ji holê rabe dest bi greva birçîbûnê kir û wiha axivî: “Divê me li derdora daxwazên Guven bibin çenber. Jin divê bibin dengê van daxwazên Guven. Em bibin dengê berxwedana ji girtîgehan bilind dibin. Em mirinê naxwazin. Divê dewlet ji bo vê biçe çareseriyan.”
‘TECRÎD LI DIJÎ MIROVAHIYÊ YE’
Rêveberê HDP’ê yê Enqerê Abdurrahman Ayhan jî, diyar kir ku tecrîda li Îmraliyê li dijî mirovaniyê ye û wiha got: “Ger tecrîd rabe, dê dijminantiya dixwazin dinava gelan de ava bikin jî, ji holê rabe. Heya ku tecrîda li ser Birêz Ocalan nerabe Guven dê çalakiya xwe bi dawî neke. Guven di ferqa çalakiya xwe de ye û ev çalakî derxistiye zanebûnê. Divê hemû kesên hestiyar û bi wijdan deng bidin daxwaz û dengê Guven.”
MA / Berîvan Altan – Selman Guzelyuz