GIRÊSPÎ - Nûnera Gelên Sûriyeyê ya di nava Rêveberiya Xweser a Sûriyeyeyê de cih digire Elizabet Gewriye, diyar kir ku ji sedî 30'ê vê axê ji DAIŞ'ê rizgar kirin û wiha got: "Me bi hêza cewherî ya gel axa xwe ji DAIŞ'ê rizgar kir. Piştî me bajarên xwe xelas kir, me bi awayekî demokratîk bi rêve bir. Ji vê saetê û şûnde kes êdî venagerin rojên berê.
Bertek û nerazîbûnên Gelê Bakur û Rojhilatê Sûriye ya li dijî gefên Tirkiye berdewam dike. Piştî banga seferberiyê nobeta mertalên zindî ya li ser sînor hatibû destpêkirin didome. Rêvebera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê û Nûnera Suryanî Elizabet Gewriye, diyar kir ku wan li herêmê pergalek nû ava kiriye û bi vê pergalê jiyanek nû ava dikin. Gewriye, da zanîn ku bi vê pergalê ji bo Suriyeyek nû têdikoşin.
ARMANC VÎNA GELAN E
Gevriye, da zanîn ku êrîş û gefên Tirkiye yên li dijî wan ne nû ne û wiha got: "Ev gef û êrîşên Tirkiye piştî şerê li herêmê dest pê kiriye didome û hêj didome. Piştî gelê herêmê vîna xwe diyar kir, komên selefî û radikal êrîşî gel dikin. Armanca wan pergala ku niha li Bakûr û Rojhilatê Sûriye hatiye avakirin hilweşînin. Ev pergala ku me ava kiriye modela çareseriya krîza Sûriye ye. Di armanca hemû gef û êrîşên li dijî me de hilweşandina pergala xweseriyê ye. Piştî gefên Tirkiye DYA got 'Em xwe vedikişînin'. Piştî DYA got 'Em vedikişin' gef û êrîşên Tirkiye zêdetir bûn. Em ne biyaniyê vê yekê ne. Biryara DYA em matmayî nehiştin. Em hewl didin ku bi hemû kesan re diyalogê pêş bixin. Ji bo em proje û pergala xwe bidin naskirin û qebûlkirin me bi DYA, Hêzên Ewropa, Rejîma Sûriye û Rûsya re qanalên diyalogê vekirin. Bi vê projeyê em Sûriyeyek nû dixwazin. Lê ev hêzên li herêmê li gorî berjewendiyên xwe planên wan didomin. Hewl didin proje û planên xwe têxin meriyetê. Em dixwazin ji bo hemû gelan welatekî nû ava bikin."
‘RÊVEBERIYÊN FAŞÎST NAYÊN VÎ KARÎ'
Gevriye, destnîşan kir ku di serî de Koalisyon hemû hêzên ku hatine ser axa Sûriye armancên wan diyar in û wiha bi dawî kir: “Me ji sedî 30'ê vê axê ji DAÎŞ'ê rizgar kir. Gel bi hêza xwe ya cewherî ev ax ji DAIŞ'ê rizgar kir. Her hinek dixwazin li gorî xwe şirove bikin. Lê armanca me ya sereke ew bû. Armanca me ji bo hemû gelên li ser vê axê dijîn bi awayekî mozaik û demokratîk li ser vê axê bijîn. Em gelên herêmê heta niha di bin rêveberiya faşist de bûn. Me li dijî vê yekê têkoşîn pêş xist. DYA û hemû welatên ewropa jî vê yekê dizanin. Gelê Sûriye ji bo parastina ax, pergal û nirxên xwe dê her dem di nava têkoşînê de be."
MA / Nazım Daştan