KONYA - Endamên HDP, KCD, DBP û TJA çûn serdana sersaxiya dayika Leyla Guven a 59 rojin di greva birçîbûnê Cevriye Guven.
Teziya dayika Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê Leyla Guven a li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 59 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê deye Cevriye Guven di roja duyemîn de berdewam dike.
Hevserokê KCD’ê Berdan Ozturk, Hevserokê DBP’ê Mehmet Aslan, Parlementerê HDP’ê yê Amedê Mûsa Farîsogullari, Rêveberên Navenda Giştî ya DBP’ê, rêxistinên DBP’ê yên Amed û Enqerê, rêveberên HDP’ê yên Amed û Enqerê û Aktîvîstên Tevgera Jinên Azad (TJA) li gundê Yapali ya navçeya Cîhanbeylî ya Konya çûn teziya malbata Guven.
'DAXWAZA AŞTIYÊ DIKE'
Di konê teziyê de siyasetmedaran dua kirin û ji malbat Guven re sersaxî xwestin. Siyasetmedarên jin ên li mala teziyê bi xizmên Guven re hatin gel hev, diyar kirin ku wan silavê Leyla Guven ji bo wan anîne.
Serdanên teziyê li mala Cevriye Guven a li dijiya, tên qebûlkirin.