ŞIRNEX - Malbat û nûnerên partiyên siyasî yên HDP û DBP'ê bi minasebeta salvegera 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li navçeya Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Sîlopiya, bibîr anîn. Di bernameyê de Dayika Sêvê Demîr Sakin Demîr got: "Êdî dema yekîtiyê hatiye. Divê gelê kurd û hemû tevgerên têkoşîna azadiye dide bibin yek."
3 jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li navçeya Sîlopiyê 3 sal berê di 4'ê Çile de, di gulebarana ji maşîneyên zirxî de jiyana xwe ji dest dan, li navçeya Sîlopiya hatin bibîr anîn. Rêxistina Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) ya Silopî, li avahiya navçeyê bernameya bîranînê pêk anî. Malbatên 3 jinên kurd ên siyasetmedar ku ji Sîlopî, Cizîr û Manîsayê hatibûn, parlamenterên HDP'ê Nuran Îmîr, Muazzez Orhan û Hasan Ozguneş jî di navde bi sedan kes tev li bernameyê bûn. Bernameya bîranînê bi rêzgirtinê dest pê kir. Piştre sînevîzyona ku ji têkoşina 3 jinên kurd ên siyasetmedar pêk dihat hat pêşandan. Piştre parlamenterên HDP'ê Orhan û Îmîr axivîn. Orhan, diyar kir ku bi armanca têkoşina tevgera kurd a azadiyê têk bibe 3 jinên kurd ên siyasetmedar kuştin û wiha got: "Di sala 2013'an de li Parisê 3 jinên kurd ên siyasetmedar kuştin. Em jinên ku hatin qetilkirin qet ji bîr nakin. Em dê ala wan bêtir bilind bikin û pêşve bibin. Parlamentera HDP’ê Îmîr jî anî ziman ku li dijî hemû jinên kurd ên têkoşîna azadiyê dide êrîşek pir dijwar heye û wiha got: "Dewletê li dijî daxwazên kurdan ên xweseriya demokratîk, bajar li kurdan dorpêç kirin û kolan li wan qedexe kirin. Tevî hemû êrîşan îro em dîsa li vir û li ser piyan in. Em tekoşîna hevalên xwe berdewam dikin. Em mîrateya Sêvê, Pakize û Fatmayan li erdê nahêlin. Em dê di 31'ê Adarê de qeyûman bişînin û em dê şaredariyê ji destê wan bigirin.
DAYIK DEMÎR: ÊDÎ DEM DEMA YEKÎTÎYÊ YE
Piştre Dayika Sêvê Demîr Sakine Demîr jî axivî û wiha got: "Ez di şexsê 3 jinên kurd ên siyasetmedar de hemû jinên di têkoşîna azadî û demokrasiyê de jiyana xwe ji dest dan bibîr tînim. Em dê her dem têkoşîna wan bilind bikin û mezin bikin. Heta dilopek xwîna me heme emê têbikoşin û li ber xwe bidin. Îro roja Kurdan e. Êdî dema yekîtiyê hatiye. Divê em îro gelê xwe û welatê xwe azad bikin. Em Rêberê xwe azad bikin. Divê em îro hemû girtiyên xwe azad bikin. Îro çalakiya Leyla daye destpêkirin divê em li çar perçeyên Kurdistanê û hemû cîhanê belav bikin. Divê em ne tenê kurd, divê em li gel Ereb, Asûrî, Suryanî û Turkan bi hevre têkoşînê xurt bikin û geş bikin. Yekîtî ji bo me hemûyan lazim e. Îro em nebin yek Rojava di bin talûkeyê de ye. Divê em canê xwe bikin mertal."
Piştre Behiye Nayir û Hatice Uyar jî axivîn û spasiya xwe ji beşdarên bîranînê re kirin. Girseya tev bi bîranînê bûn bê navber dirûşmeyên “Şehid namirin” berz kirin.
RIHA
Meclîsa Jinan a HDP'ê ya Rihayê jî bi heman armancê ji bo bîranîna Sêvê Demir, Fatma Uyar û Pakize Nayir bernameya bîranîne pêk anîn. Meclisa Jinan, bername li avahiya HDP'ê ya Rihayê pêk anîn. Di bernameyê de Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu û gelek kesên din amade bûn. Siyasetmedarên kurd Sakine Cansiz, Fidan Dogan û Leyla Şaylemez ji hatin bibîr anîn. Parlamentera HDP'ê Ayşe Surucu, hemû jinen ku di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane bibîr anîn û wiha got: "Di ser kuştina li Parîsê re 7 sal derbas bûn, lê hêj kujer 3 jinên Kurd nehatiye ronîkirin û nehatiye darizandin. Der barê dosya 3 jinên kurd ên Sîlopiyê de jî hêj tu gav nihatine avêtin. Yên li Silopiyê 3 jinên Kurd qetilkirin û yên li Parisê 3 jinên kurd qetil kirin heman feraset in. Ev hişmendî ji têkoşîna jinê ditirse. Lê em li dijî van komkujiyan serî natewînin. Gelê Kurd û jina kurd dê li dijî hemû tundî û komkujiyan li ber xwe bide û têbikoşe."
DERSÎM
Rêxistina HDP'ê ya Dersîmê jî bi heman armancê daxuyaniya nivîskî da. Rêxistina HDP'ê destnîşan kir ku pêşengên tevgera jin bi zanebûn û bi armanc tên kuştin. Em dê li dijî feraseta ku jinan dikujin têkoşîna xwe berdewam bikin."