MÛŞ - Li gorî agahiyan li Gundê Qicixê yê Mûşê jina bi navê Misra Ocan bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest da.
Hat diyar kirin ku li Gundê Qicixê yê Mûşê jina 19 salî Misra Ocan duh di saetên êvarî de bi awayekî bi guman jiyana xwe ji dest daye. Hat hînbûn ku bavê Misra jî bi heman awayî li mala xwe bi awayekî bi guman mirî hatiye dîtin.
Di heman demê hat diyarkirin ku li vî gundî jiyana jinan dijwar e û heta niha 9 jinan întîxar kirin e.