DERSIM - Serokê CHP’ê yê Dersimê Îbrahîm Çîçek, bal kişand ser birîna ceyranê ya Dersimê û got: “Li bajêr birîna ceyranê bandorê li ser jiyana rojane ya gel dike. Em dixwazin arîzeya ceyranê dimildest bê derbaskirin.”
Rêxistina Partiya Gelan a Komarê (CHP) ê ya Dersimê, darbarê birîna ceyranê ya li navçeyên Dersimê de li Kolana Sanatê daxuyanî da çapemeniyê. Serokê CHP’ê yê Dersimê Yilmaz Çelîk, di daxuyaniyê de axivî û wiha got: “Ev nêzî 10 rojane li Dersimê ceyran tê birîn. Ji ber birîna ceyranê jiyana rojane ya gel dikeve nava pirsgirêkên cîdî. Ev birîna ceyranê dibe sedem ku zirarek madî derbikeve holê. Berî 20 salan, ligel ku 3-4 metre befir li erdê hebû jî, tu pirsgirêkên wiha yên birîna ceyranê nedihatin jiyîn.”
'ZEMAN RAKIN'
Çelîk, da zanîn ku birîna ceyranê dinava civakê de dibe sedema pirsgirkên cîdî û wiha dawî li axaftina xwe anî: “Bi baceyên gel divê xizmeta gel bikin, ev nayê kirin. Birîna ceyranê tenê bi şert û mercên zivîstanê ve ne girêdayî ye. Em vê qebûl nakin. Ger ev kar teslîmî fîrmayên zane bihatiba kirin wiha nedibû, lê ji ber ku kar teslîmî firmayên xwe yên alîgir û bêtecrube kirine, ev pirsgirêk rû didin. Divê zem bên rakirin û arîzeya heyî dimildest ji holê bê rakirin.”