AMED – Hat zanîn ku dê Leyla Guven a 59 roj in li dijî tecrîdê di greva birçîbûnê de ye ji ber rewşa tenduristiya xwe ya giran dê bi rînge nikaribe beşdarî şîna dayika xwe ya li Konyayê bibe.
Hevseroka KCD’ê û Parlamentera HDP’ê Leyla Guven li dijî tecrîdkirina Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan 59 roj in li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê di çalakiya greva birçîbûnê ya bêdawî û bêdorveger de ye. Duh dayika Guven, Cevriye Guven koça dawî kiribû. Parêzeran ji bo miwekîla wan Guven dikaribe beşdarî şîna dayika xwe bibe serlêdan kiribûn. Hat ragihandin Guven gotiye ew ji ber rewşa tenduristiya xwe ya giran nikare beşdarî şînê bibe.
Her çiqas destûra Guven a ji bo şînê hatibe dayîn jî lê destûra birina wê ya bi balafirê nehatiye dayîn û hatiye xwestin bi maşîneya rîngê wê bibin Konyayê. Li ser vê yekê Guven bi rêya parêzerên xwe ragihand ew ji ber tenduristiya xwe nikare bi maşîneya rîngê biçe û çûyîna xwe betal kiriye.
Kontrola tansiyonê Guven hat kirin û derketiye 9/7’an û bêhalî pê re zêde dibe.