ENQERE - Cavît Guven derbarê greva birçîbûna xwişka xwe Leyla Guven de axivî û got: “Leyla bawerî bi dozekê aniye û di oxira wê de canê xwe ji birçîbûnê re razandiye. Bêguman dê bedel bên dayîn û em ne bitenê ne. Dayika min keça xwe nedît û wefat kir. Em xemgîniya vê dijîn. Dema bavê min wefat kir jî Leyla tune bû.”
Çalakiya greva birçîbûna bêdem û bêdorvegar a Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) û Parlementera HDP’ê ya Colemêrgê Leyla Guven a li dijî tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan dayî dest pê kirin di roja 59’an de berdewam dike. Çalakiya bi pêşengtiya Guven hat destpêkirin, li tevahiya girtîgehên Tirkiyeyê balav bû. Guven a bi biryardarî li Girtîgeha Tîpa E ya Amedê çalakiya xwe ya greva birçîbûnê berdewam dike, duh dayika xwe Cevriye Guven winda kir. Guven di sala 2011’an de jî dema bavê xwe winda kir, di girtîgehê debû û destûr ji bo wê nehatibû dayîn ku beşdarî merasîma cenazeyê bavê xwe bibe.
‘LEYLA TU ÇIMA NAYÎ MA DERIYÊ TE KÎLÎT KIRIYE?’
Ji bo ku em merasîma cenazeyê Cevriye Guven bişopînin, derbasî gundê Yapali ya navçeya Cîhanbeylî ya Konyayê bûn û li gund bêdengî û xemgînyek kur hebû. Ligel xemgîniya wefata Cevriye Guven, xemgîniya ku Guven herî dawî keça xwe Leyla Guven nedît jî zêde bû. Xwişka Leyla Guven Fatma Yapali, diyar kir ku ji nava nivînan êdî ne dikarî rabe û wiha axivî: “Dayika min di demên dawî de tim navê ‘Leyla’ zikir dikir. Her şeva ku Leylaya xwe di xew de didît, serê sibê pirsa ‘Leyla çima nayî, ma deriyê te kîlît kiriye? dikir. Em jî ji bo Leyla di fikaran dene.”
‘DAYIKA MIN TIM PIŞTGIRÎ DIDA LEYLA’
Birayê Leyla Guven Cavît Guven jî, anî ziman ku dayîka wî jinek polîtîk bû û wiha axivî: “Tim analîz dikirin. Li gund dihat heskirin. Hemû kes bi wê dişêwirîn û derdên xwe jê re digotin. Ji mirov, aştî û hizûrê pir hes dikir. Jinantiya xwe her tim dida hîs kirin. Xwedî vîn bû. Lê li ser axa me jin tim di rêza duyemîn de dihatin girtin. Dayîka min ev yek şikan dibû. Ev aliyê wê bandor li me jî kiriye. Ez di temenek pir biçûk de fêrî polîtîkayê bûm. Dûre ev derbasî Leyla jî bû û Leyla neçar ma ku gelek aliyên xwe derbas bike. Li ser erdnîgariya Kurdan jiyîn, ji bo jinekê pir zore, lê Leyla pir zû ev derbas kir. Leyla bi tercîhên xwe yên polîtîk, dayika min qanî bike û dayika min jî tim piştgirî dida Leyla.”
‘EM NE BI TENÊ NE’
Em li ber mala ku Leyla Guven lê ji dayîk bûyî û dayika wê lê jiyana xwe ji dest dayî bi Cavît Guven axivîn. Guven, di dewama axaftina xwe wiha bilêv kir: “Leyla bawerî bi dozekê aniye û di oxira wê de canê xwe ji birçîbûnê re razandiye. Me dayika xwe winda kir, di wefata bavê min de jî dîsan Leyla tune bû. Dayika min keça xwe nedît û wefat kir. Em xemgîniya vê dijîn. Bêguman dê bedel bên dayîn. Em ne bi tenê ne.”
‘LI ALIYEKÊ ME PEL DIWEŞIN Û LI ALIYÊ ME YÊ DIN JÎ BIHAR TÊ’
Guven, di dawiya axaftina xwe bal kişand ser çalakiyên greva birçîbûnê û wiha got: “Li aliyekê me pel diweşin û li aliyê me yê din jî bihar tê. Niha ev hest bi min re hene. Çalakiya Leyla ez pir keyfxweş kirim. Lê dîsan jî ji bo xwişka xwe xemgîn dibim. Em ez encamê wê difirin, xemgîn dibim. Xemsariya di civakê de min xemgîn dike. Mirov canê xwe ji mirinê re dirazînin, lê kes tişekê neke û weke ku tiştek tunebe jiyana xwe berdewam dikin. Ev nakokiye. Baweriya min bi helwesta Leyla tê, lê naxwazim canê wê zirar bibîne.”
MA / Dîren Yurtsever