KOBANÊ – Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslum tehdîtên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand û got: “AKP li şûna me tehdît dike divê bi pirsgirêkên di nav xwe de mijûl bibe. Gelên Tirkiyeyê li azadiyê digere. Tirkiye dixwaze pirsgirêkên xwe bi rojevên derve re biniximîne.”
Tehdîtên Tirkiyeyê yên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê berdewam dikin. Hevserokê Kantona Kobanê Enwer Muslum geşedanên li Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê nirxand. Muslum got ew derbasî pêşiya planên li ser vîna gelên herêmê bûn e.
EREB PÊŞENGIYA PÊVAJOYÊ DIKIN
Muslum anî ziman ku piştî daxuyaniya “em vedikişin” a DYA’yê li herêmê geşedan derbasî qonaxek nû bûne û tehdîtên Tirkiyeyê yên li dijî Rojava, diyaloga di navbera Şam, MSD û Rûsyayê de zêde bûn e. Muslum diyar kir ku ew pêvajoyê bi gelan re birêve dibin û got: “Em gefên Tirkiyeyê yên li dijî herêmên xwe qebûl nakin. Gelê kurd, ereb, tirkmen, ermen û suryanî li dijî fan gefan seknek hevpar nîşan didin. Xwedî li axa xwe derdikevin. Ji bo parastina axa xwe amadekariyên xwe dikin. Li dijî êrîşên muhtemel herî zêde gelê ereb beşdarî seferberiya me daye destpêkirin dibe. Gelên Reqa, Tebqa, Dêra Zor û Minbicê pêşengiya pêvajoyê dike.”
‘DIYALOGA BI SÛRIYE RE GIRÎNG E’
Muslum da zanîn ku ew bi awayek erênî li hevdîtinên bi hikumeta Sûriyeyê re pêk tên dinihêrin û wiha got: “Krîza li Sûriyeyê tenî bi rêya eskerî nikare bê çareserkirin. Divê Şam tevahiya axa Sûriyeyê biparêz e. Gefên li dijî Rojava li dijî tevahiya axa Sûriyeyê ye. Bicihkirina leşkerên rejîmê ya derdora Minbicê berpirsyariyek e. Bi nîqaşkirina sûriyeyan pirsgirêk dikare bê çareserkirin. Hêzên derve dagirker in. Bi taybetî Tirkiye û komên wê di serê van dagirkeran de tên.”
‘ARMANCA TIRKIYEYÊ MISAKÎ MÎLLÎ YE’
Muslum destnîşan kir ku armanca Tirkiyeyê ew e ku polîtîkaya Misakî Millî birêve bibe û wiha got: “Ji bo vê yekê pêk bîne çi destê wan tê dikin. Meseleya wan ne ereb in. Tirkiye di nava xwe de krîza aborî dijî. AKP li şûna me tehdît dike bila bi pirsgirêkên xwe yên navnxweyî re mijûl bibe. Gelên Tirkiyeyê azadiyê dixwazin. Tirkiye dixwaze pirsgirêkên xwe yên navxweyî bi rojevên derve re biniximîne. Dixwaze rojevek din derxin holê. Xwedîgiravê dibêje ez ê gel rizgar bikim, bi vê re dixwaze mecrayên xwe dagirkirinê pêk bîne. Lê li vir hevsendiyên siyasî cuda ne. Ji bo destûra êrîşê çû Rûsyayê lê tu encam bi dest nexist. Vîna gelan derbasî pêşiya planên qirêj li ser Rojava bû. Gel ji bo parastina xwe rê û rêbazan dît.”
MA / Nazim Daştan