NAVENDA NÛÇEYAN - Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (KCR), li dicî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û şerê li dijî gelê Kurd bang li hemû ciwanan kir ku bi ruhê yekîtiya neteweyî û serhildanê têbikoşin.
Komelgeha Ciwanên Rojhilatê Kurdistan (KCR), li dicî tecrîdkirina Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan û êrîşên li dijî neteweya kurd pêş dikevin daxuyaniyek da û bang li hemû ciwanan kir ku têkoşinê xurt bikin. KCR'ê, diyar kir ku bi salane gelê Kurdistanê li çar parçeyê Kurdistanê rastî siyasetên qirkirin û tunekirinê tên û wiha got: "Îro jî bi armanca qirkirina gelê kûrd û tunekirina nasname û îradeya gelê me, dijmin di asta herêmî û navdewletî de, di nav palangerîyan deye." KCR'ê da zanîn ku li aliyekî li dijî Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan bi destê Tirkiye işkence tê meşandin û Kurdistanê dagir dikin, li aliyê din DYA li dijê 3 rêveberê PKK û şoreşgerê kurdistanê biryara desteserkirin û terorîzekirinê dide. KCR'ê, destnîşan kir ku Tirkiye û Îran, li dijî gelê Kurd peymanên hevpar îmze dikin û dixwazin hêzên tekoşer tûne bikin û wiha berdewam kir: "Ev yek nîşan dide ku dijminê me hem di asta herêmî de û hem jî di navdewletî de, di nav levhatinandeye ku komployek navdewletî li dij îradeya gelê kûrd bi meşîne. Xuya ye ku hin partiyên kurdan hevkariya van hêzan dikin.
KCR'ê bang li ciwanên Rojhilat kir û wiha cih da daxuyaniyê: "Pêwiste ciwanên Rojhilatê Kurdistanê bi zanibin ku êrişa li beramber Rêber Ocalan êrişa li beramber îradeya her kurdekî û her mirovakî azadîxwaze. Êrîşa li ser her bostek xaka Kurdistan êrişa li ser hemû xaka Kurdistanê ye. Dijmin nahêle ku bastek xaka Kurdistan azad bimîne, li beramber bostek xaka Kurdistan bi hemû hovîtiya xwe êriş dike. Li beramber her kurdekî azadîxwaz û mirovekî azadîxwaz êrişên qirkirinê di meşîne. Êrişên ku van demên dawî çêbûn vê yekê pir vekirî nîşan dide. Êrişên li ser rojava, Şengal û Maxmûr li ser vî esasî çêbûn. Dîsa êrişên ku par li ser Kerkûkê çêbûn li ser vî esasî bûn. Êrişên ku Îranê vê havînê li ser şervanê rojhilatê Kurdistanê û hizbên rojhılatê kurdistan çêbûn bi heman hevakriya dijminê gelê kurd bû. Niha jî li beramber başûrê Kurdistanê Şengalê û rojavayê Kurdistanê êrişên tunekirinê berdewam dibin. Bêdengî ji bo dagirkeran dibe hêz. Pêwîste bê zanîn kû dijmin herî zêde hêza xwe ji bê dengî û bê helwestiya ciwanên Kurdistanê û ciwanên şoreşger digre. Li beramber tifaqa dijminan a ku di xwaze gelê Kurd qir bike, Rêber Ocalan bê deng bike û işkenceyê li ser dimeşîne, em jî pêwîste bi rihekî yekgirtî li beramber her cure dagirkerî û faşîmê bi rihê serhildanê tekoşîn bikin. Salek berê KCR'ê pêngava Serî Hilde dabû destpêkirin. Niha jî bangawaziya me ji bo hemû ciwanên welatparêz û şoreşger yên rojhilatê Kurdistan û Îranê bi pêngava Serî hilde re beşdarî li pêngava "Tecrîdê Bişkîne, Faşîzmê têk bibe Kurdistanê Azad bike" ye."