NAVENDA NÛÇEYAN - Hat diyar kirin ku li şûna Nûnerê Taybet ê li dijî DAIŞ'ê yê DYA Bret McGurk ê li dijî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Trûmp îstifa kir, James Jeffrey hat wezîfedarkirin.
Berdevkê Wezareta Karê Derve ya Emerîkayê Robert Palladîno daxuyniyek nivîskî weşand û ragihand ku li şûna Nûnerê Taybet ê Koalîsyona Têkoşîna li Dijî DAIŞ’ê yê Dewletên Yekbûyî ya Emerîkayê (DYA) Bret Mcgurk ê li dijî biryara vekişîna ji Sûriyeyê ya Serokê Donald Trûmp di 21''ê Kanûnê de îstifa kiribû, Sefîr James Jeffrey hatiye wezîfedarkirin. Di daxuyaniya wezaretê de hat diyarkirin ku Jeffrey dê biryara vekişîna leşkerên Emerîka ji Sûriyeyê ya Donald Trûmp birêve bibe û koordîne bike.
Têkildarî vekişînê di daxuyaniyê tiştek nehat diyar kirin û hat gotin ku ji bo li Sûriyeyê li dijî çeteyan valehî çênebe dê vekişîn bi koordîne berdewam bike.