STENBOL - Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Parêzer Mahmût Tanal û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Parêzer Zuleyha Gulum, diyar kirin ku bêyî Bînalî Yildirim ji Serokatiya Meclîsê îstifa bike, bûye namzetê AKP'ê yê Stenbolê. Tanal û Gulum destnîşan kirin ku di çarçoveya qanûna bingehîn de ya Yidlirim kiriye sûc e û bang lê kirin ku îstifa bike.
Serokê Giştî yê AKP'ê û Serkomar Erdogan bêyî ku Serokê Meclîsê Bînalî Yildirim ji Serokatiya Meclîsê îstifa bike wekî namzetê AKP'ê yê Şaredariya Mezin a Stenbolê nîşandan. Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Parêzer Mahmût Tanal û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Parêzer Zuleyha Gulum, diyar kirin ku bêyî Bînalî Yildirim ji Serokatiya Meclîsê îstifa bike, bûye namzetê AKP'ê yê Stenbolê. Tanal û Gulum destnîşan kirin ku di çarçoveya qanûna bingehîn de ya Yidlirim kiriye sûc e û bang lê kirin ku îstifa bike.
'HIKMA BÊALÎBÛNÊ TÊ BINPÊKIRIN'
Parlementera HDP'ê Parêzer Zuleyha Gulum anî ziman ku di Qanûna Bingehîn de maddeya 94'an ji bo parastina bêalîbûna kesan e û got: "Li gorî vê hincetê mafê dengdayînê yê Serokê Meclîs tune ye û nikare ne li nav meclîsê ne jî li derveyî meclîsê tev li fealiyetên partiyeke siyasî bibe. Yanî divê serokê meclîsê bêalî be û bi awayekî wekhev nêzî partiyan bibe. Çawa ku pêvajoya namzetiya Yildirim a ji bo hiblijartina herêmî dest pê kir, diviya îstifa bikirana. Lê belê dibêjin di vî warî de 'hikmeke vekirî tune ye.' Li vir sererastkirineke vekirî tune ye. Hinceta vê sererastkirinê jî parastina bêalîbûnê ye. Wexta hûn ji bo şaredariyê bibin namzetê partiyeke siyasî, hûn nikarin wekî serokê meclîsê bêalîbûna xwe ya ji bo partiyên din biparêzin. Yildirim bi namzetaya xwe ya ji bo Şaredariya Mezin a Stenbolê hikma bêalîbûnê bin pê dike. Loma divê îstifa bike."
'YA YILDIRIM DIKE SÛC E'
Parlementerê CHP'ê Parêzer Mahmût Tanal jî destnîşan kir ku ya Yildirim dike sûc e û got: "Di maddeya 11'an a Qanûna Bingehîn de tê gotin 'Qanûna Bingehîn girêdayî sazî û dezgehên qanûnçêkirin, birêvebirin û darazê ye.' Ev tê wateya ku serokê meclîsê jî girêdayî maddeya 11'an e. Her wiha di maddeya 94'an a Qanûna Bingehîn de jî tê diyarkirin ku serokê emclîsê di meclîsê û derveyî meclîsê de nikare tev li fealiyetên tu partiyên siyasî bibe. Lê belê Yildirim tev li civîna namzetiyê dibe û bi ser de jî sozan dide. Ev nîşaneya ku Qanûna Bingehîn esas nayê girtin." Tanal, diyar kir ku li gor Qanûna Bingehîn ya Yildirim dike sûc e û divê demildest îstifa bike.
MA / Melike Ceyhan