ENQERE - Parelementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî got: "Kesekî girtî yê navnîşana wî li Amedê ye bêyî ew bixwaze wî dişînin girtîgeheke din. Ji ber qisûreke ku eleqeya wê bi kes re tune ye destgîrkirina mafê bikaranîna dengan tê wateya binpêkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê."
Her ku hilbijartina herêmî nêz dibe hîle û xurdeyên der barê hilbijartinê de jî zêde dibin. Ji bilî astengkirina veguheztina qeydên hilbijêran ên li Şirnex, Sêrt û Colemêrgê niha jî YSK mafê bikaranîna dengan ê girtiyan bin pê dike. Parlementerê HDP'ê yê ÊLihê Mehmet Ruştu Tiryakî ev yek nirxand.
‘BINPÊKIRINA MAFÊ HILBIJARTIN Û HILBIJIRÎNÊ'
Li gorî biryara YSK'ê wê girtî û hikumxwar tenê karibin li bajarê qeyda wan heye dengên xwe bi kar bînin. Tiryakî, destnîşan kir ku ev yek tê wateya binpêkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê. Tiryakî, bi bîr xist ku di hilbijartinên berê de girtî û hikumxwar dikaribûn deng bi kar bînin û got: "Ev tê wateya binpêkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê. Çimkî tenê Midûriyeta Giştî ya Girtîgehan a Wezareta Dadê biryar dide ku wê kî têkeve kîjan girtîgehê. Yanî kesekî girtî yê navnîşana wî li Amedê ye bêyî ew bixwaze wî dişînin girtîgeheke din. Ji ber qisûreke ku eleqeya wê bi kes re tune ye destgîrkirina mafê bikaranîna dengan tê wateya binpêkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê."
‘LI GIRTÎGEHAN HDP PARTIYA YEKEMÎN BÛ'
Tiryakî, destnîşan kir ku bêyî guherandina qanûnekê çêbibe YSK'ê ji nişkave ev biryar daye. Tirkyakî bi bîr xist ku gelek endam û rêveberên HDP'ê di girtîgehê de ne û got: "Li girtîgehan partiya herî zêde deng girt HDP bû. Di hemû hilbijartinan de HDP li girtîgehan partiya yekemîn bû. Çimkî bi deh hezaran endam, xebatkar, şaredar û parlementerên wê girtî ne. Ev biryar tê wateya ku dengên HDP'ê bê kêmkirin." Tiryakî, anî ziman ku ew ê di vî warî de tev bigerin û got: "Ji bo endam û rêveberên me yên girtî karibin dengê xwe bi kar bînin em ê serî li desteyên hilbijartinan bidin û ji bo vê yekê tev bigerin."
‘WEZARETA KARÊN NAVXWEYÎ SÛC KIRIYE'
Tiryakî ji bo neçêkirin qeydên welatiyên li bajarên herêmê jî diyar kir ku welatiyên di 31'ê Kanûnê de çûne midûriyetên nifûsê rayedaran ji wan re gotiye "fermana Wezareta Karn Navxweyî ye" û qeydên wan nehatine çêkirin. Tiryakî got: "Tê gotin Wezareta Karên Navxweyî nivîsek ji midûriyetên nifûsê yên navçe û bajaran re şandiye. Yanî qedexekirin heye. Çimkî kesên xwestin navnîşanên xwe biguherînin, wexta çûne midûriyetên nifûsê ji wan re ev tişt hatiye gotin. Li Amed, Sêrt, Şirnex û gelek bajarên din wexta welatî çûne midûriyetên nifûsê ji wan re gotine 'Wezareta Karê Navxweyî qedexe kiriye'. Qedexeyeke bi vî rengî nayê qebûlkirin. Eger Wezareta Karê Navxweyî qedexeyeke wisa anî be, nexwe bi awayekî aşkere li dijî qanûnê tev geriyaye û sûc kiriye. Der barê vê de agahî li cem me hene, lê belê hîn me belgeya vê yekê nedîtiye."
‘DIVÊ GUHERANDINA NAVNÎŞANAN HETA 17'Ê ÇILE BE'
Tiryakî, da zanîn ku ji bo dengdayînê wê guherandina qeyda hilbijêriyê heta 4-17'ê Çileyê dewam bike û got: "Ji bo karkerên demsalî û xwendekara deng bi kar bînin me got dikarin navnîşana xwe bibin cihê malbatên wan lê ne. Wê qeyda xwe rihetir biguherînin, loma 31'ê Kanûnê girîng bû. Lê paşê jî dikarin navnîşana xwe biguherînin. Ancax eger piştî 17'ê Çileyê navnîşana xw ebiguherînin, wê bikaribin dengê xwe li navnîşana xwe ya dawî bi kar bînin."
‘DI 31'Ê ADARÊ DE EM Ê BI SER BIKEVIN'
Her wiha Tiryakî bal kişand ser qeyda polîs, cendirme û leşkerên ku ji bo li bajar û navçeyên herêmê bi awayekî giştî dengên xwe bi kar bînin û got, ji ber îktîdar ji encamên hilbijartina herêmî ditirse wisa dike. Tiryakî, bilêv kir ku wê HDP tevî hemû astengiyan jî di hilbijartina herêmî de mezin bibe û ew ê bi piştgiriya gel di 31'ê Adarê de bi ser biekvin.
MA / Diren Yurtsever – Berivan Altan