EDENE – Ji ber Rêxistina HDP'ê ya Edeneyê pankarta ku wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş lê hebû daliqand, li Hevserokên HDP'a Edeneyê de lêpirsîn hat vekirin. Hevserokên HDP'a Edeneyê diyar kirin ku Demîrtaş ne sûcdar e û gotin: "Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe yên mafdar û rewa bernedin."
Bi hinceta pankarta wêneyê Hevserokê Giştî yê HDP'ê yê berê Selahattîn Demîrtaş û nivîsa "Li gorî biryara DMME'yê tev bigerin. Bila hilbijêr bên berdan" û "Welatî Hevrê Heval Demîrtaş" nivîsandî li avahiya HDP'a Edeneyê daliqandin, Serdozgeriya Komarê ya Edeneyê der barê hevserokên HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral û Mehmet Mahsûn Erîg de lêpirsîn vekir. Her du hevserokan di 3'yê Çileyê de di çarçoveya lêpirsînê de îfade dan.
Hevserokê HDP'a Edeneyê Mehmet Mahsûn Erîg, di îfadeya xwe de anî ziman ku ew tawanbariya "pesinandina sûc û sûcdar" qebûl nakin. Erîg, diyar kir ku ew pankart di dema hilbijartina giştî ya 24'ê Hezîranê de hatiye daliqandin û got: "Fikra me ew e ku divê li gorî biryarên DMME'yê tev bigerin û ji ber em partiyeke siyasî ne mafê me yê xwezayî ye ku em vê yekê bînin ziman. Bawer nakim ew pankart sûc be. Ez vê tawanbariyê qebûl nakim." Hevseroka HDP'a Edeneyê Gulseren Tûral jî diyar kir ku Demîrtaş serokê partiya wan ê şanazînê ye û pankarta hatiye daliqandin bi tu awayî ne sûc e. Tûral got: "Fikra me ew e ku divê li gorî biryarên DMME'yê tev bigerin û ji ber em partiyeke siyasî ne mafê me yê xwezayî ye ku em vê yekê bînin ziman. Afîşa hatiye daliqandin ne sûc e. Ez vê tawanbariyê qebûl nakim."
Erîg bertek nîşanî vê lêpirsînê da û destnîşan kir ku Demîrtaş ne sûcdar e, bi biryareke siyasî ceza lê hatiye birîn. Erîg, destnîşan kir ku ji hilbijartinê re hindik maye zext û zoriyên bi rengî jî zêde dibin, lê belê wê ev zext û zordarî nikaribin wan bitespisînin. Erîg got: "Em ê tu carî dev ji daxwazên xwe yên mafdar û rewa bernedin."