* Li Edeneyê ji ber Hasan Kocaman ê DBP'î di daxuyaniya xwe ya ji bo operasyona Efrînê de got "faşîzma qesrê", di çarçoveya maddeya 301'ê de der barê wî de doz hat vekirin.
* Şanoya Mencelê bernameya xwe ya meha Çile daxuyand. Wê di meha Çile de bi navê “Zargotin Zêrgotin e” û “Mirin û Keçik” du lîstik nû derkeve pêşberî şanohezan.
* Li DÎSA-DER'ê kursên kurdî, îngilîzî û farisî tên dayîn. Rêvebirin komeleyê ji bo kursan bang li hemû welatiyan kirin.
* Li Mêrdînê, îsal ji ber baranê 450 hezar donim garis nehat çinîn. Serokê Odeya Cotkaran a Qoserê Mîkaîl Erbeyî, destnîşan kir ku eger piştgiriya cotkarên li herêmê neyê kirin dibe ku sala bê erd neyên ajotin.
* Parelementerê HDP'ê Mehmet Ruştu Tiryakî got: "Kesekî girtî yê navnîşana wî li Amedê ye bêyî ew bixwaze wî dişînin girtîgeheke din. Ji ber qisûreke ku eleqeya wê bi kes re tune ye destgîrkirina mafê bikaranîna dengan tê wateya binpêkirina mafê hilbijartin û hilbijirînê."
* Hevşaredarê Wêranşarê Emrûllah Cîn ku qeyûm tayînî şûna wî hat kirin, rapora teftîşkirinê ya taybet a Wezareta Karên Navxweyî der barê Şaredariya Wêranşarê de amade kir nirxandin û got: "Eger ev rapor ji bo me hatibûna amadekirin, em ê bihatana girtin."
* Parlementerê CHP'ê yê Stenbolê Parêzer Mahmût Tanal û Parlementera HDP'ê ya Stenbolê Parêzer Zuleyha Gulum, diyar kirin ku bêyî Bînalî Yildirim ji Serokatiya Meclîsê îstifa bike, bûye namzetê AKP'ê yê Stenbolê. Tanal û Gulum destnîşan kirin ku di çarçoveya qanûna bingehîn de ya Yidlirim kiriye sûc e û bang lê kirin ku îstifa bike.
* Malbat û nûnerên partiyên siyasî yên HDP û DBP'ê bi minasebeta salvegera 3 jinên kurd ên siyasetmedar Sêvê Demir, Pakîze Nayir û Fatma Uyar ku li navçeya Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan, dê li navçeya Sîlopiya bernameya bîranînê pêk bînin. (12.00)
* Dayikên Şemiyê dê çalakiya şemiye di hefteya 719’an de li Qada Galatasarayê berdewam bikin. (12.00)
* Şaxên ÎHD'ê yên Êlih û Amedê û xizmên windayan bi boneya winda bên dîtin û kujer bên darizandin dê di hefteya 517'an de li avahiyên ÎHD'ê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (12.00)
* Xizmên windayan û Nûnerên ÎHD'ê yên Îzmirê bi armanca winda bên dîtin, faîl bên darizandin û girtiyên nexweş bên berdan dê di hefteya 463'an de li navçeya Konakê li pêş avahiya Serokwezîriyê daxuyaniyê bidin çapemeniyê. (13.00)
* Rêxistina HDP'ê ya Dersimê bi boneya 3 jinên kurd ên li Sîlopiyê jiyana xwe ji dest dan, dê bernameya bîranînê pêk bîne. (13.00)
* Komîsyona Girtîgehan a Şaxa ÎHD'ê ya Stenbolê bi boneya balê bikişînin ser rewşa girtiyên nexweş dê di hefteya 354'an de li Qada Galatasarayê çalakiya "Tîpa F" pêk bîne. (13.30)