NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Samsat a Semsûrê îro danê êvarî erd hejiya. Şideta erdhejê 3.1 e.
Li gorî daneyên Enstîtuya Lêkolînên Erdhejê ya Resetxaneya Kandîllî ya Zanîngeha Bogazîçiyê, îro danê êvarî li navçeya Samsat a Semsûrê erd hejiya. Şideta erdhejê 3.1 e. Hat hînbûn ku di erdheja navenda wê gundê Taşkûyûyê ye, tu windahî çênebûne.