AMED – Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Platforma Parastina Sûrê, ji bo firotina 14 erseyên aîdî Şaredariya Sûrê ku qeyûm ji bo firotinê ew berpêşî îhaleyê kiribûn, serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê da.
Qeyûm Abdullah Çifçi ku tayînî Şaredariya Sûrê hat kirin, 14 erseyên aîdî Şaredariya Sûrê yên di sînorê Zanîngeha Dîcleyê de bi bedêla 44 milyon û 123 hezar lîreyî berpêşî îhaleyê kiribû. Ji bo firotina erdan bê rawestandin Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Platforma Parastna Sûrê li avahiya Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê daxuyaniyek dan. Hevserokê Şaxa Odeya Mîmaran a Amedê Şerefhan Aydin bilêv kir ku wê piştî demekê dawî li peywira qeyûmê hatiye tayînkirin bê.
‘DIJÎ HIQÛQÊ YE'
Aydin, bilêv kir ku ji aliyê qeyûm ve firotina erseyan di warê qanûn û ehlaqê de cihê nîqaşê ye û got: "Aşkere ye ku wê rêveberiya heyî 3 meh şûnde biçe, lê belê dîsa jî qeyûm tiştekî wisa dike û bûye sedema ku şêniyên bajêr bertek nîşan bidin."
Aydin, destnîşan kir ku qadên berpêşî îhaleyê hatine kirin divê ji bo qadên hêşîn, dibistan, navendên tenduristiyê, navendên çandên bê bikaranîn, lê belê ya tê kirin bazirganî ye.
Aydin, anî ziman ku ev yek dijî hiqûqê ye û ji bo bê sekinandin wan serî li Dadgeha Îdareyê ya Amedê daye.
‘WÊ QEYÛMÊN DIN JÎ SERÎ LI VÊ RÊYÊ BIDIN'
Aydin, diyar kir ku bi lez û bez erse tên firotin û tu bikî nekî ev yek dibe cihê gumanan. Aydin got: "Berê jî li Silopiyayê qeyûm çend parsêlên aîdî şaredariyê bi fiyetekî kelepîr fiortine loma em bi şik û guman nêzî van firotinan dibin. Duh li Silopiyayê kirin niha jî li Sûrê. Wê sibê jî li navçeyên din ên Amedê jî erse û neguhêzbarên şaredariyê bifiroşin. Em dixwazin bi bîr bînin ku ya tê kirin hem tê wateya talankirina malên cemaweriyê hem jî tê wateya ku malên cemaweriyê nebaş tên bikaranîn. Em ê di vê çarçoveyê de şopdarê vê pêvajoyê bin û em dixwazin raya giştî jî di vî warî de hesas tev bigere û rêxistinên demokratîk jî rola xwe ya di vî warî de pêk bînin. Em wek Desteya Koordînasyona Bajêr a TMMOB û Platforma Parastina Sûrê dixwazin demildest ev yek bê betalkirin û piştî hilbijartinê revîzyona van parselan bê kirin û bi marîfeta meclîsa ji aliyê gel bê hilbijartin bê nirxandin."